Hêzên QSD´ê di oprasyona azadkirina Reqayê de li pêş in. Her roj taxên nû rizgar dikin û bi sedan welatiyên bê sûc ji koletiya DAIŞ´ê xelas dikin. Prosesa azadkirina Reqayê li gorî pîlanên eskerî dimeşe, yên ku QSD û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê bi hev re daniye.

Bi hemleya azadkirina Reqayê re giraniya QSD´ê û Rojava li Sûriyê û tevahiya heremê xuya bû. Di van rojan de ku DAIŞ li ber mirinê ye, çav hemû li Mûsil û Reqayê ne. Li Mûsilê artêşa Iraqê, li gel bi hezaran ji şervanên Heşd El-Şabî û alîkariya eskerî ya dewleta Îranê, derbeke mezin li DAIŞ´ê da. Mûsil bi tevahî ji vê rêxistina terorîst tê paqijkirin. Baskê DAIŞ´ê yê Iraqê dişike. Li Sûriyeye jî QSD bi kar û barê mahfkirina DAIŞ´ê radibe. Ji bo Koalsîyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê hêzên QSD´ê mîna artêşeke profesyonel û serketî kar dikin. Ew di hemû şerên xwe yên li dijî çeteyên DAIŞê serketî bûn. Hemû pîlanên şer di dema destnîşankirî de pêk anîn. QSD li Rojava li hemberî artêşên derdorê ye. Di wê demê de ku artêşên Sûriye û Iraqê li hemberî DAIŞ têk diçûn, YPG û YPJ bi qurbaniyên giran, derfetên bisînorkirî û bi çekên sivik berxwedanên destanwarî nîşan didan.

Niha dem guheriye. QSD bûye artêşeke mezin û xwedî rol. Bûye aktorekî sereke li heremê. Bi saya berxwedana QSD´ê îro bi sedanhezaran ji welatiyên Ereb ji mirinê tên xelaskirin. Jin azad dibe. Hindikahiyên olî û neteweyî tên parastin. Rengîniya herema Rojhilata Navîn dimîne. 

Ji ber rola QSD´ê ya diyarker û hêza wê ya avakirin û parastina nirxên mirovayetiyê, em dibînin ku îro roj, rewş li gorî berjewendiyên Kurdan û projeya wan ya demokratîk û bi biratiya gelan, tê guhertin. Hema herî dawî em dikarin behsa 2 bûyerên nû bikin: Li gorî agahiyên çavkaniyên QSD’ê, wê nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî beşdarî civîna dijî DAIŞ’ê ku 70 welat di nav de cihê xwe digirin ku wê di navbera 11-13’ê Tîrmehê de li Wasîngtonê bê lidarxistin (ango îroj dest pê dike), bibe. Di civînê de piştî ku DAIŞ li Mûsil û Reqayê têk çû, stratejiya têkoşînê wê bê nirxandin, nûnerê tayet ê kooalîsyona dijî DAIŞ’ê Brett McGurk jî wê beşdar bibe.

Li aliyekî din, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Steffan de Mistura destnîşan kir ku divê Kurdên li Sûriyê tevlî pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn bibin. Mistura ji ajansa nûçeyan a Rûsyayê RIA Novostî re axivî û diyar kir ku nabe ku hebûna Kurdan neyê dîtîn û got, "Pêwîst e Kurdên li Sûriyeyê beşdarî pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê bibin.". Tê gotin, rayedarên Neteweyên Yekbûyî di hefteyên dawî de li bajarê Lozan ê Swîsreyê, bi hin "komên mûxalîf" ên Sûriyeyê re li ser Destûra Bingehîn a nû diaxivin û li nihêrîna wan dipirsin. Rûsyayê, beriya niha di encama hevdîtinên Astanayê de ji bo Sûriyeyê pêşnûmeyeke Destûra Bingehîn pêşkêş kiribû û pêşniyaz kiribû, ku gotina "Ereb" a di navê "Komara Ereb a Sûriyeyê" bê derxistin û ji bo herêmên Kurdan jî "Xweseriya Çandî" pêşniyaz kiribû.

Bê guman, eger ne serketina QSD´ê ya eskerî bûya, van her 2 qewimînan rû nedida. Serkeftina eskerî li hemberî DAIŞ´ê di warê hundrîn jî de gelek guhertin bi xwe re anîn. Niha gelek kesayet û hêzên muxalefeta Şamê li xwe vedigerin û karên xwe yên berê di ber çavan re derbas dikin û têkiliyan bi MSD re datînin. Ew ji bo tevlîbûna nava refên vê hêza muxalefetê ya dînamîk, pêşniyazan dikin. Ew baskê muxalefetê yê girêdayî AKP´ê yê ku ev serê çend salan e li gorî biryara MIT´a tirk tevdigere, li îflasê ketiye. Hêza bi navê "Itîlaf" ya ku ENKS endama wê ye, êdî ji hev belav dibe û têk diçe. Di vê dema dawî de gelek kesayet û hêzan xwe ji nav refên wê vekişand. Di warê eskerî de jî ciwanên Ereb yên bi propagandaya AKP´ê ya dij-kurd hatibûn xapandin û tevlî nav refên çeteyên (Mertala Firatê) bûbûn, dema ku keysa xwe lê tînin, vê hêza çetewar diterikînin û xwe teslîmê hêzên QSD´ê dikin. 

Her weha, vê dawiyê bi hezaran welatiyên Sûriyeyê yên ku ji heremên şer di encama "lihevhatinên heremî" de, ji bo Cerablûs û Babê hatibûn dewrkirin, dîsa vedigerin heremên xwe û rejîma Esed qebûl dikin. Ev welatî li ser xwe qebûl nakin ku bibin beşek ji projeya AKP´ê ya dagirkirina axa Sûriyeyê û şerê topyekûn li dijî Kurdan û Rojava. Ew li rejîma Esed vedigerin. Ev yek îflasa AKP´ê nîşan dide û rûyê reş ê Erdogan û çeteyên wî yên welatxayin û xwefiroş diyar dike. 

QSD û MSD dê di paşeroja Sûriyeyê de bi roleke kilît rabe. Ji ber hindê, divê ew ji niha ve deriyê beşdarbûnê li hêzên muxalefetê vekirî bihêlin, û lêborîn û xwerexnekirina her kesekî/hêzekê ku bi AKP´ê re li dijî Sûriyeyê kar kiriye, qebûl bikin. Divê her kesê welatparêz ku hatibû xapandin, xwedî şens û derfeteke nû be, da ku karibe xwe ji nava hêzên girêdayî AKP´ê yan rejîma Esed xelas bike û berê xwe bide federaliya Rojava û cihê xwe di nava QSD û MSD´ê de bibîne û bigre. Niha hewcedarî bi sazkirina konsepteke lihevhatin û lêborînê heye. MSD divê hemû welatiyên Suîryeyê himbêz bike. Ew bûye hêviya her kesî. Ew bûye hêza niştimanperwer û welatparêz ya sereke û xwedî rol û berpirsyareke dîrokî.