Pêngava berhevkirina îmzeya ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêmên Rojavayê Kurdistanê dewam dike.
Di vê çarçoveyê de doh şandeyeke ji Kongreya Star ji bo berhevkirina îmzeyên çû serdana Navenda Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Komîteya Têkiliyan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM).
Şandeya Kongreya Star tevî Seroka Komeleya Newroz a Çandî û Civakî ya Lubnanê Henan Osmandi ku serdana Navenda MSD’ê ya li bajarê Qamişlo kir, ji aliyê endamên Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb û Rojîn Remo ve hatin pêşwazîkirin.
Hikmet Hebîb tecrîdkirina Ocalan ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatiye ferzkirin, wekî sûcê li dijî mirovahiyê bi nav kir. Hebîb diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe piştgirtiya kampanyayê û projeya Ocalan a demokratîk bikin. Piştre Hebîb û Rojîn Remo daxwaznameyên rakirina tecrîdê îmze kirin.
Endamên Kongreya Star paşê serdana Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê jî kir. Şande ji aliyê rêveberên komîteyê Cîhan Ferhad û Ebdulîlah Erebo ve hate pêşwazîkirin.
Rayedarên TEV- DEM’ê jî kampanya rakirina tecrîda li ser Ocalan destek kirin û wekî xebateke pîroz bi nav kirin. Cîhan Ferhad û Ebdulîlah Erebo jî ji bo azadiya Ocalan îmzeyên xwe dan.
Pêngava berhevkirina îmzeyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava û Başûrê Kurdistanê, her weha li Lubnanê jî dewam dike.
ANHA/QAMIŞLO