Perwerdehî, pêvajoya hînbûna liv û tevgera mirov a ji dayîkbûnê heta dawîya emrê xwe ye. Perwerdehî ji malbatê destpê dike, bi hawîrdor, dibistan û civakê didome. Mirov tiştên baş û yên nebaş ji der û dora xwe û ji dibistanê fêr dibe û di jiyana xwe de van tiştan bi kar tîne.
Zanyar perwerdehiyê dikin du beş: Perwerdehiya berê dibistanê; ev perwerdehî ya ku mirov ji malbat û civaka der û dora xwe digire ye, û perwerdehiya li dibistanê; ev jî tiştên ku li dibistanê bi xwendin û nivîsandinê tê ferbûn e.
Perwerdehî di nav malê de bi hînbûna zimên û bi liv û tevgeran destpê dike. Ziman, amûra îfadekirina hest û ramanên mirov a bi peyv, sembol û tevgeran e. Ziman ji aliyekî ve çanda gelekî xwedî dike, ji aliyekî ve jî bi çandê, xwe xurt dike. Ji ber ku ziman mîrateya çandê ye, civak bi ziman û nirxên xwe yên çandî xwe digîhînin nifşên pêşerojê.
Zarok di destpêkê de zimanê zikmakî bi awayeke xwezayî û sîstematîk ji dayik, malbat, û netewa xwe hîn dibin. Ji bo vê jî zimanê zikmakî ne tenê zimanê ku dayik diaxife ye. Ev ziman bi çand û hawirdora ku mirov di nav de dijî ve jî girêdayî ye. Di encamên lêkolînên ku hatine kirin de; heke ziman û çandeke serdest di jiyana zarokan de hebin, tê gotin ku zarok wan fêr dibin û dibin zarokên yek zimanî û çandî. Pê re ziman û çanda xwe wenda dikin û perwerdehiya ku zarok berê dibistanê digire jî hêdî hêdî ji holê radibe.
Zarokek heta şeş saliya xwe, beriya ku biçe dibistanê li malê bi zimanê zikmakî tê perwerdekirin. Ev perwerde wek perwerdehiya asayî û xwezayî tê binavkirin. Di vê pêvajoyê de zarok dikare 2000 peyvan bi kar bîne. Ev zimanê axaftinê ye û ji bo zarokan dibe bingeha perwerdehiya dibistanê. Gava ku dest bi dibistanê dike, li ser vê bingehê rê û rêbazên xwendin û nivîsandina zimanê xwe hîn dibe. Ev jî dibe perwerdehiya bi zimanê zikmakî. Heke li wî welatî zimanên din jî hebin, zarok dikarin wan jî wek zimanên duyemîn, sêyemîn û hwd. fêr bibin.
Zanyar, zimannas û lêkolîner diyar dikin ku kesên bi ziman û çanda xwe perwerdehiyê dibînin, zimanên din zûtir û hêsantir fêr dibin û di jiyana xwe ya rojane û ya dibistanê de mirovên serkeftî ne. Her wekî din bi civaka xwe û ya gelên din re di nav danûstaneke baş de ne û pirsgirêkan najîn û nadin jiyîn. Rêjeya sûcan a di nav civakê de kêm dibe û mirov bi hev re di nav aramiyê de dijîn.
Perwerdeya zimanê dayîkê şert e
Îro Tirkiye jî di nav de li hin welatan perwerdehiya bi zimanê dayikê nayê dayîn an jî hatiye qedexekirin. Ev jî binpêkirina mafê xwezayî û esasî yê zarokan e. Mafê her kesê/î heye ku ziman û çanda xwe hîn bibe. Hînbûna zimên tenê bi axaftina wî nabe. Divê rêbazên wî yên rêzimaniyê, peyv, biwêj û gotinên pêşiyan hemû di nav pergaleke rêkûpêk de bên hînbûn an jî hînkirin. Ev jî bi perwerdehiya bi zimanê dayikê mimkûn e.
Di vê sedsala ku em tê de dijîn de, êdî jiyana li welatê xwe wêdetir, gelek mirov ji ber şer û pevçûn, pirsgirêkên aborî, perwerdehî û siyasî mecbûr dimînin ji welatê xwe dûr dikevin û dibin penaber.
Ji ber ku jiyana welateke din ji ya welatê wan cûdatir e, penaber li welatên biyanî pirsgirêkên wek aborî, psîkolojî, ziman, tenduristî, perwerdehî, huner û çandî dijîn. Kesên ku çand û huner, ziman, dîrok û rastiya civakî ya gelê xwe baş bizanibin, dikarin zûtir çand û nirxên civakên din jî fêr bibin. Ev e jî him bibe sedema nedûrketina çand û nirxên xwe, him jî jiyaneke hesantir û bê pirsgirêk a li wî welatî. Ev kes dikarin bi vê rêbazê têkiliyên xwe yên bi netew û welatê xwe jî germ û zindî bigirin.
Penaberên ku ji welatên cur bi cur koçberî welatên din dibin, tevî xwe çand û nirxên xwe jî dibin wan welatan. Pirr çandiya penaberan li wan welatan dibe dewlemendiyeke bêhempa. Bi vê dewlemendiyê ew welat heke bikaribin ji bo penaberan pergaleke ku maf û azadiyan diparêze, ava bikin, dê bibin nimûneyeke demokrasiyê.
Pirsgirêka sereke ya li welatên biyanî di destpêkê de ziman e. Mirov ji bo ku jiyana xwe bidomîne, debara xwe bike, mecbûr e ku têkiliyê bi kesên din re dayne û bide bistîne. Ev têkilî jî bi zimên destpê dike.
Bingeha serketinê zimanê dayîkê ye
Li Tirkiyeyê Kurd bi salan e ji bo zimên têkoşîneke bêhempa didin. Di vê pêvajoyê de jî bi gelek kuştin, girtin, komkujî û koçberiyê re rû bi rû mane. Hinek li nav Tirkiyeyê belav bûne, hinekan jî berê xwe dane welatên cur bi cur. Ji ber van zilm û zordarî, zext û pişaftinên pergala desthilatdar a Tirkiyeyê gelek Kurd ji Kurdistanê koçberî Ewrûpayê bûne. Li ser vê esasê, em dikarin ji gelê xwe yên ku koçberî wan welatan bûne re pêşniyariya xwedî derketin û hînbûna çand û zimanê xwe yê neteweyî bikin.
Nirxa herî girîng a netewekê zimanê wî ye. Zimanê Kurdî li hember hemû zext û qedexeyan heta îro tenê bi axaftinê hatiye parastin. Li her çar parçeyên welêt dengbêj û dayîkên Kurdan bi kilam, lorîn, çîrok, metelok, biwêj û gotinên pêşiyan zimanê ku bi tundî hatiye qedexekirin, gihandine vê rojê. Divê li welatên biyanî jî bê parastin ku nifşên nû wenda nebin û ji netewa xwe dûr nekevin.
Ziman çawa wenda dibe û netewek çawa ji holê radibe?
Dê û bavên zarokan ji ber ku dixwazin zarokên wan zimanê welatên ku lê dijîn fêr bibin û pirsgirêkan nejîn, dibêjin ne hewce ye ku zarok zimanê xwe yê dayikê hîn bibin. Ev nêrîneke şaş e. Heke bê xwestin ku zarokên wan jiyaneke baş bijîn, divê di destpêkê de zimanê xwe hîn bibin. Ev yek hem ji bo ku netewa xwe biparêzin hem jî di jiyana xwe de serkeftî bin, rêbaza zanistiyê ye.
Dibe ku gelên din tercîha xwe ji aliyê zimanê wî welatî ve bikin, lê, ji ber ku gelê Kurd li seranserê cihanê gelekî bi welat lê bê dewlet e, hewcedariya wî bi xwedîderketina zimanê wî heye ku netewebûna xwe bikaribe biparêze. Li welatên ku lê dijîn, heke derfeteke biçûk a ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê dide hebe, divê wî mafî bi kar bînin.
Wek nimûne; li Swêdê li dibistanan bi 138 zimanan perwerdehî tê dayîn. Ji ber ku gelek penaber li wî welatî dijîn û li wê derê demokrasî û azadiya mafan heye, her zarok bi zimanê dayika xwe perwerde dibe. Zarokên Kurd jî li Swêdê perwerdehiya bi Kurdî dibînin. Di heman demê de zimanê fermî yê vî welatî û zimanên biyanî yên welatên din jî fêr dibin. Bi vê rêbaza hanê zarok dibin kesên pirrzimanî.
Li gor qanûnên welatên Ewrûpî rêbazên cuda hene. Kurdên ku li wan welatan dijîn divê di serî de li ser wan qanûnan lêkolînan bikin û ji bo zarokên xwe perwerdehiya bi zimanê xwe bixwazin. Em dizanin ku ew zarok ji bo ku ji çand û jiyana gelê xwe dûr nekevin û bi civaka wî welatî re jî pirsgirêkan nejîn, mecbûr in her du zimanan jî fêr bibin.
Divê Kurd li Ewrûpayê çand û zimanê xwe biparêzin
Berpirsariya mezin a dê û bavan ew e ku bi zarokan re bi zimanê dayikê biaxifin. Ji bo ku çand, ziman û zarokên wan li welatên biyanî nehelin, xwedîderketina wan lazim e. Li ser rûyê cihanê gelek ziman û nasname ji ber polîtîkayên desthilatdaran yek bi yek wenda bûne. Divê Kurd jî bi destên xwe nekevin vê rewşê. Çanda serdest a welatên biyanî bivênevê, bandora xwe li ser çandên din dikin. Malbatên Kurdan ên li Ewrûpayê jî din nav mala xwe de bi zimanê wî welatî diaxifin. Zarok jî di demeke kurt de fêrî zimanê serdest dibin û êdî ji ziman û çanda xwe dûrketineke berbiçav rû dide.
Em dizanin ku îro çanda herî paqij û dewlemend a gelê Kurd e. Kurdan heta roja îroyîn bi têkoşîna xwe nirxên xwe yên civakî û rûmeta gelê xwe parastine. Lê, wekî ku tê zanîn, ev sed sala teknolojî û modernîteya kapîtalîst van nirxan yek bi yek tune dikin. Rewşa herî berbiçav jî rastiya civaka me ya li Ewrûpayê ye. Gelek zarok û ciwan zimanê xwe û nirxên xwe yên neteweyî nizanin. Tişta herî mirov ditirsîne û dixe fikaran jî zarokên Kurdan ên ku ji Tirkiyeyê çûne, bi Tirkî û zimanên biyanî, yên welatê ku lê dijîn, diaxifin. Divê malbatên Kurdan bizanibin ku li wê derê dewlet di nav mala wan de nîn e. Wateya vê, xwe pişaftin e. Xwe pişaftin jî ji pişaftina desthilatadaran zêdetîr zirarê dide neteweya wan.
Gelo mirov an jî malbatek tenê bi serê xwe dikare ziman, çand û nirxên xwe biparêze?
Belê, malbat heke bi biryar bikaribe li ser ziman û çanda xwe raweste, dikare hemû nirxên xwe yên neteweyî biparêze. Her malbatek ji hêla xwe ve dikare hin tiştan bide civaka xwe û civakîbûna xwe xurt bike. Ev têkoşîna jiyana azad, demokratîk û wekheviyê ye. Bi pîvanên vê jiyanê, têkiliyên di navbera kes û civakê de tên danîn. Civakeke azad bi jinên azad, pêk tê. Jinên Kurd ku heta îro çand, ziman û nasnameya xwe parastine, îro jî bi zanyarî rêxistina xwe ava kirine. Bi vê rêxistinbûne pergala civaka demokratîk, ekolojîk, zayend parêzî, ehlaqî û polîtîk didamezirînin.
Jinên Kurd ji bo zimanê gelê xwe jî mecbûr in li welatên biyanî vê rêxistina xwe ava bikin. Heke mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê li welatê ku lê dijîn, tunebe, dikarin bi rêxistina xwe ya zimên zarokên xwe li komele an jî malan perwerde bikin. Em dizanin ku li gelek welatan, komele, sazî û dezgehên Kurdan hene. Li cihên ku ev sazî tunene, di serî de jin û ciwan dikarin van saziyan ava bikin. Ev saziyên sivîl cihên ku mirov bikaribin xwe bi hêsanî bi rêxistin bikin in. Li van saziyan bi her awayî çanda xwe dikarin hîn bibin û biparêzin. Zarok jî dê bi têkiliyên malbatên xwe nêzîkî hev bibin û ji hevdu nirxên xwe yên civakî hîn bibin.