Ciwanên Azad Çekdar Botan û Adil Sunger (Lecwan Munzur) li Berlîn û Kolnê bi bîr anîn. Ji bo Çekdar Botan û Lecwan Munzur ku 5’ê Hezîrana 2016’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê dı êrişa hewayî de şehîd bûn, li paytexta Elmanyayê Berlînê, bîranînek hat lidarxistin. Civîn bi pêşengiya Ciwanên Azad li navenda NAV-DEM’ê pêk hat. Li ser navê Ciwanên Azad jî Agir Botan axivî û got, tevî ku her du şehîd li Elmanyayê ji dayik bûn û mezin bûn, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Li ser jiyan û têkoşîna Çekdar Botan û Adil Sunger sînevîzyon hate nîşandan. Beşdarên civînê paşê fitirîn. Ez li ser şopa wan bim Gerîlayên HPG’ê Lecwan Munzur û Çekdar Botan li Kolnê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin bibîranîn. Dayika şehîd Lecwan Munzur, Ayten Sunger û ji Ciwanên Azad Andok Baz di merasîma bîranînê de axivîn. Dayik Ayten Sunger got, “Heta nefesa xwe ya dawî ez ê li ser şopa şehîdan bim.” Piştre sînevîzyon hate nîşandan û ji bo şehîdan mewlûd hate xwendin. BERLÎN/KOLN