Şervanên YBŞ´ê yên di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Şengalê de şehîd bûyî, li bajarê Elmanyayê Bielefeldê hatin bibîranîn.

Dewleta Tirk a dagirker û qirker 15´ê Çile bi balefirên şer êriş bire ser gundê Digurê yê ser bi Şengalê. Di êrişê de ji fermandarên YBŞ´ê Zerdeşt Şengalî, şervanên YBŞ´ê Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî şehîd bûbûn. Şehîd li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Bielefeldê bi çalakiyekê hatin bibîranîn. Bibîranînê bi nîşandana sînevîzyonê dest pê kir. Di bibîranê de xwîşka Endamê Konseya Rêveber a Koordînasyona Civaka Êzîdî û yê Konseya rêveber a KCK´ê Zekî Şengalî (Mam Zekî) yê tebaxa sala 2018´an di êrişa dewleta Tirk a qirker de li Şengalê şehîd bûyî, Xezal Ozden jî peyivî.

Li ser rêya Mam Zekî

Xezal Ozden ji ber şehadetan xemgîniya xwe îfade kir û got, “Min Şehîd Zerdeşt li Şengalê nas kir û min dît ji bo gelê xwe çi qasî bi kela canê xwe têdikoşe. Ji min re gotibû, ew ê li ser heman rêya Mam Zekî bimeşe. Ez jî ji we re dibêjim, divê em têkoşîna xwe li ser rêya Şehîd Mam Zekî û Şehîd Zerdeşt dewam bikin.”

Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) Nûpel Munzur jî got, miletê Êzîdî li Şenaglê ne tenê ye: “Îro roj, li têkoşîna azadiyê ya li Reqa û tevahiya Rojava, tolhildana ji bo jinên Êzîdî ye; muhim e em vê bibêjin.”

Hevserokê KCD-E´yê Yuksel Koç jî di axaftina xwe de Yekîtiya Neteweyî derxist pêş û got, “Êdî wexta tifaqê ye. Fikrên me û rabihuriya me dibe ku cihê bin. Lê êdî wext e ku em ji bo heman hedefan têbikoşin û bi hev re bidin ser vê rêyê.”

Çalakiya bibîranînê bi xwendina helbestên ji bo şervanên YBŞ´ê yên şehîdbûyî, bi dawî bû.