Rojekê ez ji bo xwarina nîvro çûbûm malê. Min dît ku bapîrê min li ber dêrî rûniştiye û digirî. Per perîşan xuya dikir û wekî barana biharê hêstir dibarandin. Him kezeba min pê şewitî, him jî tirsiyam ku nêzikî wî bibim. Ji ber kêleka wî ve bi lez derbas bûm, ketim malê. Dayika min a delal ji bo min xwarin amade dikir. Min dît ku halê dayika min baş e, min jê pirsî;

-Dayê çiyê bapîr heye?





Roja 1.

Navê min Sîdar e. Lê hemû nasên min ji min re bi kurtî dibêjin sî.

Ez hefsalî me, heta demek nêz jî bapîrê min bi destêmin digirt û ez bi xwe re digerandim. Di destekî wi de gopal, ê din de jî destê min em li nava gund digeriyan. Em diçûn serê tumik, neqewa qêmîş, dara biyê, goma şête…Kêfa me bi kû de bixwesta me berê xwe dida wî alî…

Navê gundê me Qerê ye. Mîha qer tîne bîra mîrovan. Şaş fam nekin Qêrê nine, Qerê ye nave gundê me. Qêrê gundekî din e û ji gundê me gelekî dûr e. Li ba me dibêjin mirovên Qêrî ecêb in. Bi rastî ez nizanim ku ev gotin çiqas rast e an jî çewt e. Min qet Qerî nedîti ne. Kengî bavê min an jî kesekî din tiştekî tevlî hev bike, tiştek çewt çêbike hema bapîrê min bi henekî digot; Ma tû Qêrî yî...

Gundê me pir şîrîn e. Pişta xwe daye çiyê. Di binê gund ve nevaleke mezin derbas dibe. Nevaleke piçûk jî ji çiyê de xwe ber dide xwar, li tenişta gund diherike û diçe tevlî newala mezin dibe. Wekî du evîndaran hevdu hembêz dikin, betir mezin dibin, dicoşin. Bapîrê min dibêje diçin digîhêjin Firat ê…

Li gundê me tûyên şîrin hene. Gûz û sêv hene. Arûng û hirmî hene. Hirç jî hene. Hawirdor daristanên mazî û kelem in. Zozan û mezrayên me jî hene. Her cure gul û kulîlk  şîn dibin li ser axê gundê me. Lê ez navê wan nizanim. Bapîrê min hîn ew hînî min nekiribûn.

Rêya bajêr tam di nava gund de derbas dibe. Gund ji ortê ve dike du kerî. Ji aliyê binê re dibêjin taxa jêr, ji aliyê ser rê re jî dibêjin taxa jor.. Mala me hema li ser rê ye. Dikeve taxa jor.

Bapîrê min her roj kursiyê xwe digirt derdiket pêşiya derî bin siya tûyê rûdinişt. Hemû rêwî didan sikinandin, bi wan re xoşbêş dikir. Rêwî dawetî malê dikirin. Hin kesan bapîrê min ne dişkand, dihatin cem wî rûdiniştin. Çaya xwe vedixwarin, xwarina xwe dixwarin, ji kîsikê bapîrê min titûna qaçax dipêçan û dikişandin, têra dilê xwe gotûbêj dikirin… Piştre radibûn xatirê xwe dixwestin û bi rêya xwe ve diçûn. Hinek rêwî jî qet nedisekinîn. Ji bapîrê min re spas dikirin, lêborîna xwe dixwestin û diçûn. Bapîrê min li gundê dorê çi dibû çi nedibû hemû dizanî. Dizanî ku li kîjan gundî dawet heye kî mirî ye, zarokê kê çêbûye, kî çûye bajêr an jî vegerîye… Kê çi bibihîsta, çi mereq bikira bêhna xwe li ba bapîrê min digirt.

Bapîrê min ji min û hevalên min re tim çîrok û mesele digotin. Dengê wî pir xweş bû. Wek aveke zelal bû. Mirov çiqasî vedixwar, ew çend tî dibû. Gava ku min bapîrê xwe guhdar dikir bêhna min vedibû. Min û wî hevdu baş fêhm dikir. Bîlo jê derînin hevalê min ê herî pêş bapîrê min bû. Bavê min mîrovekî sar bû. Li cem wî dicemidîm, tengezar dibûm. Carinan bi dizîka ez maçî dikirim. Hezkirina bavê min ew çend bû. Min digot qey bavê min, min wek zarokekî ne baş dibîne, min layiqî xwe nabîne û hez ji min nake. Min di hundirê xwe de digot, xwezî bavê min jî bişibiya bapîrê min. An jî xwezî bapîrê min bavê min bûya.


Roja 2.

Ez û Bîlo û hevalên xwe di heman demê de şivanê berxikan bûn. Me her roj berxikên xwe tevlî hev dikirin û dibirin gazê û heta nîvro diçêrandin. Derdora nîvro me berxikên xwe dadixistin nêzikî gund ser delavan,av didan û li bin siya darên biyan dimexelandin. Her roj hevalekî me dibû nobedar, ê din berê xwe didan malê, xwarina xwe dixwarin û vedigeriyan.

Rojekê ez ji bo xwarina nîvro çûbûm malê. Min dît ku bapîrê min li ber dêrî rûniştiye û digirî. Per perîşan xuya dikir û wekî barana biharê hêstir dibarandin. Min di emrê xwede ti caran bapîrê xwe di rewşeke wiha da nedîtîbû. Him kezeba min pê şewitî, him jî tirsiyam ku nêzikî wî bibim. Ji ber kêleka wî ve bi lez derbas bûm, ketim malê. Dayika min a delal ji bo min xwarin amade dikir. Min dît ku halê dayika min baş e, min jê pirsî;

-Dayê çiyê bapîr heye? Çi bûye ji bo çi digîrî? Diya min got:

-Zilamek hebû jêre digotin Ezo yê dîn. Carinan dihat mala me, dibû mêvanê me. Ew kes tê bîra te? Min got:

-Belê tê bira min dayê. Destê min maçî dikir. Her tim cêwê wî tijî mewîj, çir, şekir, guz, sêv û hinek tiştên wîsa bûn. Him dixwar, him jî didan me…

-Erê rast e. Ezo yê dîn hevalê bapîr bû. Wan ji hevdu pir hez dikir. Ezo çend roj berê çûye ser dilovaniya xwe. Bapîr îro bihîst. Ew niha ji bo hevalê xwe digîrî Dilê wî diêşe. Heta wextekê bapîr tenê bihêle. Bila têra dilê xwe bigîrî. Piştî ku rewşa wî hinekî baş bû, bapîr wê car din bibe bapîrê berê. Wê wextê biçe cemê, destê wî maçî bike û jê re bibêje, ‘bila serê te saxbî!’

Bapîrê min du rojan tim girî. Roja sisêyan bû bapîrê berê. Êdî dîsa dixwar, vedixwar dikeniya henek dikir, çîrok digotin…Gotina diya min hat bîra min. Ez çûm ba bapîrê xwe û min xwest destê wî bigirim û maçî bikim. Lê wî berî min destê xwe avêt min, destê min girt û bir ber lêvên xwe û maçî kir. Min hewl da ku destê bapîr bigirim. Lê wî ez bernedam. Min jêre got:

-Bapîr bila serê te sax be!

Bapîrê min kelegîrî bû. Lê hêsirên xwe girtin. Ez hembêz kirim, rûyê min û porê min misda û destê xwe bir cêwa xwe hinek mewîj, gûz û bastiq derxist da min. Û got:

-Hevalê min Ezîz tim destê zarokan maçî dikir. Mewîj, sêv, çîr, guz hema çi di cêwa wî de hebûna dida zarokan. Zarokan jî ji wî pir hez dikir. Ezê îro weka hevalê xwe Ezîz tevbigerim. Destê hemû zarokan maçî bikim û di bêrîka min de çi hebe ezê bidim wan. De here ji hevalên xwe re bibêje bapîrê min gazî we dike.

Ez çûm ba hevalên xwe, min ew yêk bi yek şandin ba bapîrê xwe. Dema ku ez vegeriyam malê, min dît ku dora bapîrê min tijî zarok in. Bapîrê min pir kêfxweş bûbû bi hatina hevalên min. Henekê xwe bi me dikir. Min ji bapîrê xwe pirsî:

-Gelo ji Ezo ra çima digotin dîno? Ma ew dîn bû? bapîrê min jî got:

-Wele ez jî nizanim. Carekê nave wî wisa derketibû. Lê ew nav kê li wî kiribû, çima lê kiribû, çi wextê lê kiribû ez jî nizanim. Kesî li rûyê Ezo jê re nedigot dîno. Lê wî jî dizanî ku hemû kes jê re dibêjin dîn.

-Ezo ji wê yêkê re çi digot? Teng dibû wexta jê re digotin dîno?

-Ezo mirovekî bêhn fereh bû. Zû bi zû teng nedibû. Wî dînîtî weke şerefê qebûl dikir.


Roja  3.

Piştî mirina Ezo yê dîn bapîrê min her roj destê min maçî dikir. Her roj ji me re qala bîranînê Ezo dikir.

Bapîrê min, Ezo weke mîrovekî ji derewan, çikotî û hesûdîyê dûr dida naskirin. Li gorî bapîrê min, Ezo mirovekî mecnûn bû. Ew mecnûnê hevser û zarokê xwe bûye. Mecnûnê giyan, daristan, çûk û hemû tiştên xwezayê bûye. Mecnûnê axê bûye. Ji bo wê mecnûniya wî jê re digotin dîno. Tim rêwîtî kiriye. Mehê deh rojan li mala û gûndê xwe rêwî bûye, bîst rojan jî li gûndên hawirdora gundê xwe rêwîtî kiriye.

Ezo û hevsera xwe tenê dijiyane. Navê hevsera wî Zerê bûye. Zarokekî wan çêbûye, nave wî jî Ûso lê kirine. Ûso mezin bûye, Zewicandine. Mala wî cihê kirine. Dûvre Ûso tevî hevser û zarokên xwe mala xwe barkiriye, bajarekî mezin. Bapîrê min navê wî bajarî jî ji min re gotibû, lê mixabin min ji bîr kiriye. Niha dikim û nakim nayê bîra min.

Hevsera Ezo Zerê xanim heft salan berî wî çûye ser dilovaniya xwe.

Wexta ku Zerê li ber mirinê bûye Ezo ne li male bûye. Zerê ji cîranên xwe xwestiye kû gazî Ezo bikin. Xwestiye Ezo careke din bibîne û helaliya xwe jê bixwaze. Cîranan dizaniye ku Ezo ev çend roj in li kîjan gundî ye. Lê disa jî xeber nedane wî. Gotine: “Ezo dîn e. Ne hewceye ku em wî agahdar bikin. Ji kurê wî Ûso re telefon bikin bes e.”

Xwediyê mala ku Ezo lê mêhvan e rojekê diçe aşê gundê Ezo, li wê derê jê re dibêjin ku hevsera Ezo çûye ber rehma xwedê. Bi lez vedigere mal û vê xeberê dide jina xwe. Dibêje emê çawa ji Ezo re bibêjin? Zarokekî wan vê xeberê dibihîze û diçe cem Ezo. Dibêje:

-Apê Ezîz hevsera te mirî ye… Ezo destê zarok digire maçî dike û dibêje;

-Te ev ji kê bihîst? Nişkava bavê zarok dikeve hundir û vê pirsê dibersivîne:

-Îro ez çûm aşê gundê we, min ji wê derê ev xeber anî. 

Ezo bi lezgînî radibe ser piya, ji xwediyê malê xatirÊ xwe dixwaze û berê xwe dide gundê xwe.

Wexta ku diçe malê, hîn dibe ku Zerê ev du roj in mirî ye. Zerê xwestiye gazî wî bikin, lê cîranan gotiye: Ezo mirovekî dîn e. Ne hewce ye ku em xeberê bidin wî. Xeberê bidin Ûso bes e.“

Dibîne ku Ûso hatiye Termê Zerê şûştine, kefen kirine, gora wê vedane û amadene ku têxine gorê. Heke nehatibûna, wê bêyî xebera wî ew rakirina.

Ev yek gelek zora Ezo dibe. Lê dîsa jî dengê xwe dernaxîne. Hêdîka diçe ser cenazeyê Zerê, destê xwe li ser kefenê wê digerîne. Dibêje: Rûyê Zerê vekin, dixwazim careke din wê bibînim.“ Rûyê Zerê jê re vedikin. Destê xwe li rûyê Zerê digerîne. Xwar dibe porê wê bêhn dike û çavên wê maçî dike. Êdî hew dikare rondikên xwe bigire. Çend rondikên Ezo dibarin ser rûyê Zerê. Bi dengekî lerzok dibêje: “Heqê xwe li min helal bike Zera min. Û min bibexşîne, ji ber ku berî nefesa dawiyê ez li ne li cem te bûm û min destê te negirt”

Piştî helalî xwestina Ezo, dîsa rûyê zerê digirin û radikin dibin goristanê. Cenazê wê dadixin gorê, hemû bi hev re dua dixwînin û ser Zerê tijî ax dikin. Wexta ku vedigerin gund hemû kes berê xwe didin mala xwe. Ezo jî diçe mala xwe. Bi lez ji bo mêvanan ku, wê bên sersaxiya wî hinek tiştên xwarin û vexwarinê amade dike. Û li benda cîranan dimîne.

Di ser defînkirina Zerê re rojek derbas dibe, lê hîn tu kesî deriyê Ezo venekiriye. Du roj sê roj derbas dibin hina jî dengek dernakeve. Ezo heftekî temam dike lê ti kesek naye sersaxiya wî. Ew li bendê bûye ku hem cîran û nasên gundên dorê bên taziya wî. Pir li ber xwe dikeve û xwe bi xwe dipirse, “Çima tu kes nehat sersaxiya min?“ Di serîde wateyekê nade vê yekê. Roja heftan çirûskek dipeke hişê Ezo û “Hey wax!“ dibêje… “Hey wax cîrantî mirî ye. Mirovatî mirî ye. Min hevsera xwe wenda kir, lê cîranên min mirovatiya xwe wenda kirine. Birîna wan ji ya min kûrtir û girantir e. Lazim e ku ez herim sersaxiya wan.“

Roja heştan heşê Ezo zelal dibe û biryara xwe dide Dibêje: “Ezê herim ji binê gund dest pê bikim di serê gund ve derkevim.“ Radibe cilê xwe li xwe dike, deriyê xwe vedike û berê xwe dide mala herî jêr. Li derî dixe. Xwediyê malê bi kêfxeşî Ezo pêşwazî dike û dibêje:

-Apê Ezîz tu bi xêr hatî. Ka keremke were hundir. Ezo derbasî hundir dibe. Xwediyê malê vedigere ji pîreka xwe re dibêje;

-Keçê! Bi lez ji bo Apê Ezîz xwarineke amade bike. Ezo wî dibersivîne û dibêje:

-Ne hewceye cîran. Zor spas. Vê carê leza min heye, bila bimîne careke din. Gotina xwe berdewam dike û dibêje: “Piştî binaxkirina Zerê ez hefteyekê li mala xwe rûniştim û li benda cîranên xwe mam. Min got wê bên sersaxiya min. Lê tu kesî deriyê min venekir. Ez li ser vê yekê pir fikirîm û pê hesiyam ku, cîrantî mirî ye, mirovatî mirî ye. Min jî got, cîranên min ne hatin sersaxiya min, qe ne ez herim sersaxiya wan. Belê cîran, mirovatiya we mirî ye bila sere we sax be! De ji min re misade, pêwîst e ku ez herim serî li hemû cîranan bidim… “Edî gotin nemaye. Cîranên Ezo yek bi yek li wî guhdarî dikin, lê rûyê wan nagire ku tı bersivekî bidin.

Ev nêrin û helwêsta Ezo yê dîn di nava çend rojan de li hemû gundan belav dibe. Hemû kes pir ferş dibin û heq didin Ezo. Hemû dibêjin, “Em ji Ezo re dibêjin dîno, Lê bi rastî ew ji me tevan biaqiltir û mirovtir e.”

Ev yek rêzdariya Ezo ji berê bêtir xurt dike.


Roja 4.

Du sal berê bapîrê min hevalê xwe yê bi rûmet Ezo yê dîn winda kir. 

Çar roj berê jî min bapîrê xwe û hevalê xwe winda kirin. Çar roj in ez bê halim. Çar roj in ez ji bona xatirê bapîrê xwe ji were vê çîrokê dinivisînim. Nivîsandina min ne xurt e. Hêdî hêdî dinivisînim. Xwezî nivîsandina min bêhtir baş bûna, ez bêhtir mezin û zana bûma. Wê çaxê minê ji bo xatirê bapîrê xwe nivîseke wîsa kinik na, mîna pirtûkekê binivîsanda. 

     Min dapîra xwe qet nedît. Berî zayina min ew çûye ber rehma xwedê. Li gorî gotina bapîrê min pir jê hezkirî ye.. Digot: “Dapîra te pir zana û hêja bû. Tu dizanî dapîra te çend pirtûkên ne nivîsandî bi xwe re birine gorê. Her jin û mêr bi dehan pirtûkan di hundirê xwe de dixwînin. Hinek mîrov wan dinivisîn û li pey xwe dihêlin; hinek mirov jî wan bi xwere dibin gorê…”

Bapîrê min te jî pirtûkên di hundirê xwe de ne nivîsîn û te jî bi xwe re birin gorê. Wisa biçe em Kurd bê pirtuk dimînin. Ji ber ku dapîr û bapîrê me pirtûkên di hundirê xwe de ne nivisîne, îro em dîroka xwe baş nizanin  û xwe wekî gelên din nas nakin. Ez mereq dikim. Gelo çend Kurd heft dayik û bavê xwe nas dikin? Ez tenê sisiyan dizanim. Yên din winda ne…

Ax bapîr ax!... Te ez çima tenê hiştim? Tu perikê min bûyî. Bê te ez çawa bifirim?

Di şevên tarî de ez ditirsiyam ku derkevim pêşiya derî û mîza xwe bikim. wexta ku mîza min dihat min tu şiyar dikirî. Te ji min re digot:

-Metirse kurê min. Va ye ez şjyarim û guhê min li te ye. De here destmêja xwe bike û vegere. Heta ku tu bêyî ezê ranazêm û li benda te bimînim. 

Bi dengê te tariya şevê diçiriya û pêşiya min ronî dibû. Ez hêdika diçûm, min derî vedikir, bi lez derpiya xwe didaxist jêr û min mîza xwe dikir. Carinan gava xûşinî dihat ez ditirsiyam û min bi qîrînî digot: “Bapîrr!...“ Tejî digot: “Bellê…”

Hevalê min ê kal! Te çima ez tenê hiştim? Ma te nedizanî ez bê te ditirsim?

Te ez tenê hiştim û tu çûyî ba hevalê xwe Ezo. Ma te pir bêriya wî kiribû? Ez çendî wî dîn nebûm. ? Bapîr, te çima tim ji min re digot: “Siya min…”? Tu çuyî, sî winda bû. 


* Ji  Zindana Sîncanê