Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, li başûrê bajar pêşve çûyîna artêşa Iraqê didome. Pêr jî gundê Wadî Qeseb û Hemzeyan ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Ji başûr û bakur ve artêşa Iraqê ji rojhilatê ve Pêşmerge

Her wiha balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî çeperên çeteyan ên li başûrê Mûsilê bê navber bombebaran dike.

Ji aliyekîn din ve jî, ji pêr ve welatiyên bajaroka Şore ku ji cihê xwe derdikevin û ber bi herêmên artêşa Iraqê lê ne, diçin. Artêşa Iraqê jî hewldana xwe ya ketina di bajarok de didomîne.

Artêşa Iraqê ji başûr û bakurê rojavayê Mûsilê ve dewam dike û hêzên Pêşmerge jî ji rojhilatê de bi pêş ve diçe. Li bakurê rojhilatê Mûsilê Artêşa Iraqê ji her kesî bêtir nêzîkî Mûsilê bûye û tenê 2 kîlometre mane ji bo bigihêjin navenda bajarê Mûsilê.

75 gund û bajarok hatin paqij kirin

Fermandarê Eniya Rutba ji Sûmeriya News re raghandin ku 25 çeteyên DAIŞ`ê li başûrê Rutba  hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên ji Sûmeriyê News re raghandin ku çeteyên DAIŞ`ê li navenda Mûsilê 22 kes bi hinceta alîkarî didin hêzên Iraqê bi ceyranê ew kuştin.

Ji aliyekî din ve jî navenda ragihandina şer a artêşa Iraqê bi daxuyaniyekî nivîskî raghand ku 75 gund û bajarok di hefteya yekem a operasyona rizgarkirina Mûsilê de hatin rizgarkirin. Her wiha di hefteyekê de 772 çete hatine kuştin, 23 çete dîl hatine girtin û 127 wesayitên bombebarkirî hatine desteserkirin. 


MÛSIL