Heşda Şeibî ya ji milîsên Şîi pêk tê jî ber bi Telaferê ve diçe. Hat hînbûn ku bi ketina bajêr a ji aliyê rojhilat ve avahî bi havî herêm tê paqijkirin û bidestxistin. 

Hat ragihandin ku ji aliyê Rojhilat ve taxa Judaydatü el Mutfî ve jî hêzên Iraqî ketine Mûsilê.

Li yekemîn taxa bakûrê Mûsilê di navbera hêzên Artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûn berdewam dikin. Artêşa Iraqê ji başûr ve jî dest bi tevgerê kiriye.

Hat ragihandin ku Firqeya Zêrîn a Artêşa Iraqê navçeya pişesazî ya Gogceliyê kontrol kiriye û niha jî hewla paqijkirina nav taxê dide. Fermandarên vê hêzê ragihandibûn ku wan avahiya televîzyona Mûsilê kontrolkirine.”

Hat zanîn ku di nava taxê de cîh bi cîh şer û pevçûnên dijwar rûdidin. Herwiha hêzên Dij terorê û Firqeya Altûnî xwe gihandine taxên Kerame û Qûdisê ku dikevin rojhilatê bajarê Mûsilê. 

Ji aliyê din ve Artêşa Iraqê li navenda bajarê Mûsilê pêgeh û çeperên DAIŞê bi tundî topbaran dikin. Hêzên hewayî yên Koalîsyona Navneteweyî ya li dij DAIŞ’ê 

Heşda Şeibî ji başûr û rojava ve êrîş dike

Hevdem ligel operasyona li eniyên din ên Mûsilê, doh danê sibê hêzên Heşda Şeibî ji eniya başûr ve êrîşê Mûnêre û Xûbese ya li nêzîkê Hemem Elîl kir û ev gund kontrol kirin. Hat ragihandin ku doh saed derdora 10:00’an mîlîsên Şîi û hêzên Artêşa Iraqê pêleke êrîşê ya tund dane destpêkirin. Hat hînbûn ku hêzên artêşa Iraqê hewl didin nehyeya Hemam Elîl a stratejîk li başûr-rojavayê Mûsilê ye ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin. 

Li gor agahiyên ji herêmê Heşda Şeibî operasyona xwe ya li rojavayê Mûsilê jî berdewam dike. Ji eniya şer hate ragihandin ku hêzên Heşda Şeibî ber bi Tieferê ve pêşve diçin û armanca wan kontrolkirina vê navçeyê ye. 


 MÛSIL