Lê mixabin, heya niha ev operasyon pêk nehat. Niha herkes bi zimanekî xweş dibêje, wê di vê demê de operasyona li ser Reqa û Mûsilê despê bike. Ez jî pirs dikim. Kî bi kê re diçe Reqayê an go kî bi kê re diçe Mûsilê? Bi hişmendiya netew-dewletê re bi hêviyeke mezin dewleta Tirk li ser Mûsilê û li ser bakuri Surî hesabê dagirkirinê dike, Serok Komarê Iraqê Ebadi beri çend rojan destnişan kiribû ku ew hebûna dewleta Tirk li ser xaka başûr naxwazin. Têkoşina li hemberê DAIŞ´ê tenê li bajarê Mûsilê her deverê ku dagirkeriya DAIŞ´ê lê heye, şervanên Kurd berxwedaneke dirokî raber kirin. Eger operasyona li ser bajarê Mûsilê pêk bihata wê şervanên Kurd jî ji bo rizgarkirina xaka başûrê Kurdistanê beşdar bûbûna. Minaka ber bi çav fermana Şengalê û bi parastina bajarê Kerkûkê hate dîtin.

 Piştê şervanên Meclîsa Leşkerî a Minbicê bajar ji çeteyên DAIŞ´ê rizgar kirin. Li tevahiya Surî deriyên, guhertinê zû çêbûn. Bi rêka ragihandinê re dewleta Tirk dagirkirina xwe ya bajarê Cerablusê xwest ku bi komên çeteyan re li ser xaka Sûrî rewabûna xwe bi de qebûl kirin. Armanca sereke ya dewleta Tirk naxwaze ku hêzên Suriye ya demokratik têkoşinê li hemberê DAIŞ û hevkarên wê bide meşandin.

Dewleta Tirk bi hêzên Amerika û Rusya re herêma Heleb, Bab, Şehba û Ezazê bi dagirkirinê, nexwestina sîstema federasyona bakurê Sûrî û negihiştina kantona Kobanê û Efrinê ye, çerxa siyasetê ya li Sûrî wê êdî li derdora herêma Efrîn û Reqayê bigere,  rayedarên Emerîka piştgiriya xwe ya ji bo hêzên Suriya demokratîk û têkoşîna li hemberê DAIŞ´ê pir caran daye diyarkirin. Bi kurt û Kurmancî avakirina  sîstema federal ne li gorê berjewendiyên deshilatdariyê ye. Erdogan di her hevditinekê de bi rejima BAAS re, bi PDK ê re bi hemî hêzên serdest re  rewabûna Kurdan ango ya YPG ê naxwaze, têkoşîna Kurdan û hevgirtina pêkhateyên heremê re polîtîkayên dewleta Tirk yên mêtinger li Rojhilata Navîn û Surî têkdibe,

Ne hêzên navneteweyî, ne jî hêzên li heremê bi tena xwe şerê li hemberê DAIŞ´ê nikarin bidin meşandin. Armanca sereke ya dewleta Tirk ne şerê li hemberê DAIŞ´ê ye, dewleta Tirk bi komên çeteyan re bi taybetî bi Artêşa Azad re li xaka Rojava û Surî li rêbazeke dagirkirinê digere. Erîşên hikumeta AKP ê ew e ku şervanên Suriyeya Demokratîk li herêma Efrîn, Heleb û Şehba nebe xwedî hêza ku nirxên gelan diparêze, li ser meseleya aloziya Sûrî ne Amerîka ne Rûsya ne jî hêzeke cudatir bê quwetên Suriyeya Demokratîk, bê şervanên Kurd nikare tu bajaran rizgar bike, nikare dagirkirina DAIŞ´ê bide rawestandin. Têkoşîna YPG ê ya li hemberê DAIŞ´ê  bi berxwedana Kobanê, Til Hemis û li seranserê Rojava hate ditin.

Her çiqasi li ser meseleya Sûrî Amerîka û Rûsya li ser çend xalan li hev kiribin jî pêdivî pê heye ku hêzên heremê di nav hevsengiyekê de bihêle, bi hinek hêzan re hevpeymanekê çêbike. Bajarê Reqayê çiqas ji bo DAIŞ´ê giringiya xwe hebe ewqas jî, ji bo hêzên ku berjewendiyên xwe digerin jî giringiya wî heye, bajarê Mûsilê jî di heman demê de wisa ye. Wê gavê, xweştir e têkoşina li hemberê DAIŞ´ê bi bajarê Mûsil û Reqayê, bajarê Minbicê di xaka Sûrî de ji bo DAIŞ´ê piştê bajarê Reqayê navendeke stratejîk dihat dest girtin. Lê DAIŞ li Minbicê hate fetisandin. Têkçûyîna DAIŞ´ê li ser xaka Sûrî têkçûyîna Erdogan e. 


Enes YILDIZ