Şandeya ku ji Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, endamên Desteya Rêvebir a TEV-DEM’ê Îlham Ehmed û Henîfe Hisên, endama rêvebiriya Yekitiya Star Roza Elyûsiv pêk dihat, çûn serdana şervanên YPG’ê yên li Nexweşxaneya Dêrikê. Di ziyaretê de bi dehan malbatên şervanan pêşwaziya heyetê kirin. Endamên şandeyê ji şervanên birîndar re şifa û selametî xwestin.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslin di dema serdanê de axivî û diyar kir ku gelê rojavayê Kurdistanê bi berxwedana şervanên YPG’ê ya li dijî komên çeteyan serbilind e.

  GIRKÊ LEGÊ