
Hevserokê BDP’ê Salîh Muslim derbarê pevajoyê heyî de, gel agahdar kir. Muslim herî zêde li ser rêveberiya demî ya herêmê, Konferansa Cenevereyê û xebatên partiya xwe yên dîplomasi agahiyên berfireh da û pirsên gel bersivan.
‘Em nirxên gelê xwe diparêzin’
Ji bo rêveberya herîmî ya demî Muslim wiha axivî: ‘Weke her gelî mafe me ye em xwe birêvebibin heye. Di stratejiya me de perçe kirin nîne. Biratiya gelan û demokirasiya xwezayî bingehê felsefa me ye.’Muslim gotinên xwe bi vî rengî domand: ‘‘Heta naha me yek fîşek li derveyî axên xwe navetiye. Em xwedî ezmûnin û emê hemû biryarên di derbarên Rojava de bi gelê xwe re bigirin.’’
Di derheqê Konferansa Cenevreyê de ji Salîh Muslim ev agahî dan: ‘‘Cenevreya yekemîn encamên dixwast dernexist holê. Di ya duyemîn de ve hêzên Sûriyeyê diyar bibin. Em weke Desteya Bilind tevlê bibin.”
‘Şervan şehîdê gelê xwe ye’
Di derbarê şadeta Şervan Muslim de Muslim ev tişt got: ‘‘Şervan ne tenê şehîdê me ye, wî bi şeref û namûs parastina gelê xwe kir. Bi vê yekê bû şehîdê gelê xwe.’’
Li ser vê yekê girseya gel bi çepik û dûruşma gotinên Muslim birîn. Piştî civîn bidawî bû girseya gel sersaxî ji malbata Muslim re xwast.
QAMIŞLO