Di semînerê de Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed û Hevserokê Partiya Keskan a Kurdistanê Dr. Mîrza weke axaftvan beşdar bûn. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi bîranîna welatiyên di êrîşa bombeyî ya 11’ê Adarê de li Qamişlo jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir û got, “Gelê Kurd ji bo parastina rûmet û axa xwe, ji bo qezençkirina azadiya xwe ne 8 kes, amade ye 8 hezar kesî şehîd bide.”


Gel şoreşê pêk tîne

Muslim da xuyakirin ku gelê Kurd ê di 12’ê Adara 2004’an de rabû ser piyan ji siyasetmedarên Kurd re gotiye, “Hûn nikarin wezîfeya rêbertiyê bikin. Emê vê bikin”, ji rejîma Esad re gotiye “Emê li dijî zextên we rabin ser piyan. Hêza me ya pêkanîna vê heye”, ji gelên Rojhilata Navîn re jî gotiye, “Ji hêza xwe bawerin û piştrast bin.” Muslim ragihand ku li hemberî êrîşên rejîma Baasyê yên li hemberî Kurdên li Qamişloyê, gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşan daye û di 13’ê Adarê de li Dêrik, Kobanê û Efrînê gel rabûye ser piyan. Muslim da zanîn ku bingeha sîstema îro li Rojava hatiye avakirin, di dema berxwedana beriya 10 salan de hatiye avêtin û destnîşan kir ku pêwistiyeke demokrasiyê ye ku hurmet ji vîna gel re were nîşandan û daxwazên gel bicih werin anîn.

Kanton ji bo herêmê model e

Muslim da xuyakirin ku PYD’ê ji bo rêxistinbûyînê bang li gel kiriye, Meclîsa Gel ava kiriye, gel bi xwe daxwazên xwe diyar kiriye, peymana civakî mor kiriye û li kantonan xweseriya demokratîk hatiye îlankirin. Muslim diyar kir ku wezîfeya wan bicihanîna biryarên gel e û got, “Kanton li welatên lê şer hene û ji bo Rojhliata Navîn modeleke. Em xwedî destûreke bingehîn a demokratîk in, ku jiyana wekhev û bi hev re ya hemû gelan Kurd, Ermenî, Ereb û Suryaniyan ewle dike.”

Jin li pêşiyê ne

Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed jî bal kişand ser berxwedana Qamişlo ya beriya 10 salan û bi giranî li ser rewşa jinê li Rojavayê Kurdistanê axivî. Mûhammed da zanîn ku bi feraseta ‘gelekî rêxistinbûyî dikare her şêweyên zehmetiyan derbas bike û bigihêje serketinê’ wan xwe li Rojava birêxistin kirine, Konseyên Gel û komîteyên ser bi wê ava kirine û destnîşan kir ku di nava van komîteyan de komîteya jinê xwedî giraniyeke mezin e. Mûhammed bibîr xist ku jinên li Rojhilata Navîn dijîn, di nava şert û mercên giran de ne û xwedî gelek pirsgirêkan e. Mûhammed da zanîn ku jin di şoreşa Rojava de xwedî roleke diyarker in û ji bo parastina Rojava û avakirina xweseriya demokratîk berpirsyariyên girîng wergirtine ser milê xwe. Mûhammed destnîşan kir ku navendên jinê yên li Rojava 145 hezar pirsgirêk nirxandine û çareser kirine. Hevseroka Meclîsa Gel anî ziman ku jin ne tenê di jiyana civakî de di heman demê de di polîtîkayê de jî cih digirin. Hevserokê Partiya Keskan a Kurdistanê Dr. Mîrza ku ji ber nekarî Vîzeyê bigire bi rêya telefonê beşdarî panelê bû, diyar kir ku ji ber pêwistiya Rojava bi partiyeke hawirdorparêziyê heye wan partî ava kirine, ew di nava Meclîsên Gel de cih digirin û bi PYD’ê re jî di nava têkiliyeke baş de ye.

ANF/STOCHOLM