Salih Muslim û Dr. Yusif Mihemed piştî hevdîtinê daxuyaniyek da çapemeniyê.  Dr. Mihemed Yusif bal kişand ser xebatên li Rojavayê Kurdistanê û got: “Gelê Rojava bi hemû pêkhateyan re dixebete da ku sîstema xwe ya federasyonê pêk bîne û ev cihê keyfxweşiyê ye.”

Yusif da zanîn ku divê li nava Kurdan îradeyek cîdî derkeve holê û weha axivî: “Divê gelê Kurd bibe yek da ku li ser welatan neyê parçekirin. Pêwîst e gelê Kurd li herêmê bibe aktorekî sereke.”

 

'Wateya sînoran nemaye'

Mihemed bal kişand ser peymana Sykes-Picot jî û got: “Bi peymana Sykes-Picotê, ji bo gelê me parçe bibe sînor danîn. Lê mixabin roja îro hinek alî di nava hewldanan de ne ku dîsan sînoran li ser gelê me bigirn. Pêwîst bû ew sînor nemînin. Heya li Başûrê Kurdistanê jî sînoran çêdikin. Lê di roja îro de wateya sînoran nemaye.”

Dr. Mihemed Yusif bi bîr xist ku wan di parlamentoyê de biryara piştgiriya gelê Rojava daye û got: “Ji ber ku em têkoşîna gelê Rojava weke stratejiya xwe dizanin. Divê hemû gelê Başûrê Kurdistanê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bike."

 

‘Divê Kongreya Neteweyî bê lidarxistin'

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bal kişand ser têkiliyên di navbera herçar parçayên Kurdistanê û got: “Pêwîst e di navbera me de hinek komîte hebûn da ku 24 saetan rewşê nîqaş bikirana, lê ev kêm dimînin. Hevdîtina me girîng bû, lê têrê nake, Kongreyeke Neteweyî dikare ji bo hevdîtinên me bibe bersiv.”

Muslim da zanîn ku Dr. Yusif ji berê de jî piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê anîbû ziman û weha axivî: “Têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê jî tê kirin ne hindike. Hem di warê dîplomasî û siyasî de hem jî di warê leşkerî de. Em çiqas bi hevre rûnên wê serketina me jî ewqas mezin be. Pêwîst e ji bo hevdîtinên me ti asteng nebin. Em hêvîdar in ku hevdîtinên me hîn zêdetir dewam bikin û di demeke kurt de Kongreya Neteweyî bê lidarxistin."


‘Netewe dewlet li serê gelan bûye bela’

Muslim bal kişand ser peymana Sykes Picot û diyar kir ku bi vê peywanê netewe dewlet çêkirin û îro jî li serê gelan bûne bela û got: "Dewletên di encama peymana Sykes-Picot de hatine çêkirin tenê Kurd qetil kirin. Komkujî çêkirin. Netewe dewlet dijminê gelan e. Dijminê neteweyan e. Dijminê her tiştê ciwan in. Divê em li hember Sykes-Picot sîstemeke xwe ya li ser bingehê demokrasiyê û bi hev re jiyanê çêkin."

Salih Muslim li ser referanduma ku tê gotin, wê di demên pêş de li Herêma Kurdistanê pêk were jî diyar kir ku gelê Başûrê Kurdistanê çi biryarê bide ew piştgiriya wê dikin û biryar, biryara gel e. 


 ROJNEWS/SILÊMANÎ