Elmanyayê siyasetvanê Kurd Mustafa Çelik cara duyê girt. Sala 2015´an Çelik ji ber xala Qanûna Ceza ya 129b´yê hat mehkemekirin, hingê ew 2 salan di hepsê de ma. Niha ew li Bremenê dîsa hat girtin.
Mustafa Çelik, 12´ê Mijdara 2015’an li Bremenê hatibû girtin û li gorî xala 129b ya Qanûna Ceza ya Elman hatibû mehmekekirin. Doza li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Celle bi rê ve çû, Tebaxa 2016´an bi birrîna 2 sal û 6 meh cezayê hepsê bi dawî bû. Niha bi hinceta ku piştî berdana xwe karê siyasî dewam kiriye Mustafa Çelik ji nû ve hat girtin.
Beriya bi 3 rojan polîsan bi ser mala wî de girt û ew girt. Weke sedema girtinê jî doza dozgerê Hamburgê hat nîşan dan. Ew jî beşdarî û axaftina li civînên gel dike hincet û heta tohmetbarî.
Mustafa Çelik nexweş e, nexweşiya wî giran e û divê hefteyê carekê bi rêkûpêk bi destê bijîşkekî bê kontrolkirin.
Têkoşîna min ji bo miletê min e
Siyasetvanê Kurd 43 salî ye. Di doza li Celleyê de, bi rêveberiya PKK´ê hatibû tohmetbarkirin. Di nava gunehbariyan de beşdariya xebatên hilbijartinê yên ji bo HDP´ê di dema hilbijartina giştî ya li Tirkiyeyê ya Hezîrana 2015´an jî hebû. Mustafa Çelik, di rûniştina yekê ya dozê de 30´ê Nîsana 2016’an gava pîşeyê wî jê pirsîn, got, “Ez ji bo hebûna nirxên çandî û civakî yê miletê xwe têdikoşim.”
Parêzerê wî, Necdet Dişli jî gotibû, muwekilê wî tenê ji ber axaftinên bi telefonê tê dadgehkirin û ne rast e ku li gorî xala 129b bê mehkemekirin. Tevî vê jî dadgerên Elman 30´ê Tebaxa 2016´an 2 sal û 6 meh ceza li Çelik birrîbûn.
BREMEN