Bi têkçûna komên çete li Helebê li ser destê rejîma Esed û hevkarên wê ji Rûs û Îraniyan, êdî rewşa şer li tevahiya Sûriyê hate guhertin. Rejîma Esed sûdê ji alîkariya eskerî û siyasî ya Rûsiya digire. Her weha ew bi dehanhezar şervan ji Îranê û heremên Şîî yên Libnan, Iraq, Efxanistan û Pakistanê werdigire. Niha mirov dikare bi rihetî bibêje, ku hejmara milîsên ne ji Sûriyê hema hema nêzîkî hejmara qaşo "artêşa Sûriyê" ye. 

Bi vî şêweyî Esed dikarîbû xwe li hemberî şervanên sunî û çeteyên ne ji Sûriyê, yên ku di ser Tirkiyeyê re ji bo "cîhadê" hatine Şamê, bigre. Îro roj, di warên eskerî û siyasî de komên çete û baskê wan ê diplomasiyê yê bi navê "Itîlaf" rastî parçebûn û jihevdeketinê tên. Komên çete, di nav de "Ehrar El Şam" û "Cebha El Nûsra" jî, ji hev dikevin û ji neçarî tên hemberî hev. Di vê dema dawî de çend kesayet ji nava refên "Îtîlafê" veqetiyan û dest bi rexneyan kirin!Vîdyoyek di tevna medayaya civakî de ji aliyê Mîşêl Kîlo ve hat belav kirin, ew yek ji rêveberên muxalefetê ye, di vê vîdyoyê de ew rexneyên tûj li Erebistana Suûdî dike û dibêje, "şoreş" têk çû dema ket destê îslamîstan! 

Muxalefeta nijadperest ya ku xwe disipart dewleta Tirk û li dijî Kurdan şerekî siyasî û eskerî yê qirêj dimeşand îro roj têk diçe û ji hev dikeve. Gelek kesên ku bi sala ne koletî ji AKP´ê re dikirin, îro xwe rexne dikin û ji Tirkiyeyê derdikevin. Jixwe, serokê berê yê "Îtîlafê" Ehmed El Cerba, îro bi federaliya Rojava re kar dike û hin komên şervan yên biçûk tevî nava hêzên QSD´ê kirine û di hemleya rizgarkirina Reqayê de beşdar e.

Dewleta Tirk bazarek qirêj li ser Helebê kir. Desteka eskerî ji ser komên çete birî û derfet afirand ku ew kom ji aliyê hêzên artêşa Esed û Rûsyayê ve bên mahfkirin. Di heman demê de AKP´ê bi sedan endamên çeteyan neqlî herema Cerablus û El Babê kir. Ew li wir beşdarî nava hêzên "Mertalê Firatê" kirin bi armanca bikaranîna wan li dijî Rojava û QSD´ê. Em niha dibînin bê çawa gelek ji kesayet û hêzên muxalefeta Şamê behsa vê "xiyaneta" Erdogan dikin. Ew dibêjin, Erdogan em bi erzanî firotin. Lê rastî ew bû ku ev kesayet û hêz xwe firotibûn Erdogan û bûbûn çeteyên kirêkirî. 

Niha îcar "Mertala Firatê" cihê van çeteyan girtiye. Beriya çend rojan hin hêzên muxalefetê belge belav kirin, tê de tê diyarkirin ku MIT´a Tirk her çeteyekî bi 400 dolarî mehê dide bikaranîn, lê ev çete “mafê” wî tê xwarin û tenê 100 dolarî distîne, 300 jî ji aliyê serçeteyan tê xwarin! 

Di vê navberê de şûnmayên ENKS´ê hîna li dora xwe digerin. Tu dibêjî qey ew ne li vê Dinyayê ne. Tenê wezîfeyeke wan heye, ew jî şerê YPG´ê û federaliya Rojava ye. Ji bo vê wezîfeya xwe, hîna di dewrê de ne û qet ji xiyanet û ajantiya xwe nehatine xwarê. Hemleya rizgarkirina Reqayê weke hatiye pîlankirin, bi rê ve diçe. Hêzên QSD´ê vê dema dawî çekên nû û bipêşketî ji hêzên koalîsyona navneteweyî wergirtin. Bi qasî 1500 şervanên Ereb jî tevî nava refên QSD´ê bûn. Armanc ew e ku Reqa bi temamî ji çeteyên DAIŞ´ê bê rizgarkirin û xeta bi El Bab û Tirkiyeyê qut bibe. Weha DAIŞ nema dikare alîkariyeke eskerî ji hevkara xwe AKP´ê wergire. Federaliya Rojava bûye hêviya hemû gelên heremê. Bi sedhezaran mirovên perîşan yên ji ber şer direvin berê xwe didin heremên Rojava û li wir ewlekarî û aramiyê dibînin. Gelek hêzên muxalefetê jî xwe li Rojava digirin û QSD´ê ji xwe re mîna hêviyê dibînin. 

Jixwe vê dema dawî TEV- DEM´ê doz li muxalefetê kir ku beşdarî prosesa şerê li dijî DAIŞ´ê bibe û dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde. Di dema li pêşiya me de, hin hêzên din wê tevî nava QSD´ê bibin û eniya muxalefeta nijadperest ya hevkara AKP´ê zêdetir ji hev de bikeve û têk biçe…