Hemû xebat û hewldanên ji bo çareseriyeke bê tundî û kuştinê yê muxalefeta hundirîn a Sûriyeyê ne ji alî dewletan û ne ji alî medyayê ve tên ronîkirin ew her muxalefeta çekdar didin pêş .
Wekî tê zanîn muxalefeta Sûriye ya hundirîn ku beşeke girîng ji wan di bin banê (Heyet el Tensîq) ango Koordînasyona Netewî xebatên xwe dimeşînin ji destpêka şoreşa gelê Sûriyeyê ya li dijî rejîma Esed li çareseriyeke dûrî tundî û şer digere.
Muxalefeta hundirîn di hemû daxuyaniyên xwe de hemû rengên tundî û kuştinê çi alî muxalefeta çekdar be û çi ji alî rejîma Sûriyeyê de be red dike. Lê ne medya navneteweyî ne jî welatên ku ji nêz ve têklidarî şerê li Sûriyeyê dibin behsa van hewldanan nake. Hemû kar û xebatên wan di tarîtiyê de tên hiştin û her ew muxalefeta derve ya piştgiriyê didin muxalefeta çekdar destek dikin.
Heyeta Konseya Koordînasyona Netewî ku koalîsyona muxalefeta Sûriyeyê ye, ji bo hinek hevdîtinan li paytexta Rûsya Moskova ye.
Heyeta Sûriyeyê ya di serokatiya Hesen Abdulzalim, hewildanên ji bo bidawî anîna tundiya li welatê wan û derbarê pêşketinên dawî dê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re bên cem hev. Muxalifên ku di nav de Serokê PYD’ê Salih Muslum jî heyî, beriya hevdîtina bi Lavrov re çav lê ye ku bi Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn yê Rûsyayê û Alîkarê Wezîrê Derve Mikhail Bogdanov re hevdîtinê pêk bîne. Beriya hevdîtinê Abdulazim daxuyaniyek kurt da rojnamevana û bibîrxist ku wana di meha nîsanê de jî serdana Moskowayê kiribûn, her wiha ragihand ku ew dê dîtinên xwe ji Rûsyayê re ragihînin.
Hevserokê PYD'ê jî li Moskovayê ye
Nûnerên muxalîfên hundir yên Sûriyeyê, Komîteya Koordînasyona Netewî û ji nûnerên Kurd Serokê PYD’ê Salih Muslum şeva pêncşemê çûn Moskovayê. Dê heyet bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn û Alîkarê Wezîrê Karê Derve Mikhail Bogdano û Parlementerên Dumaya Dewletê re hevdîtinan pêk bînin. Ev hevdîtin beriya vê ji aliyê Wezîr Lavrov ve ji çapemeniyê re hatibû ragihandin.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, sedemê bingehîn yê vê serdanê, muzakereyên di navbera komên muxalîf û hikumeta Beşar Esad de berdewam bikin. Endamên muxalefetê di serê meha Mijdarê de piştgirîdayîna bloka koalîsyona nû ya koçberên siyasî ku li Sûriye faliyetan dikin û serhildêran pêk dihat redkiribûn. Nûnerên Komîteya Koordînasyona Netewî ragihandibûn ku, pêwîste di destpêkê de şerê dinavbera alîgirên hikumet û dij hikumetê de bidawî bibe.
Hate ragihandin ku, sedemê serdana muxalîfên Sûriyeyê ya Moskovayê nîşaneya berdewama diyaloga di navbera hinek komên muxalif yên cuda û hikumeta Sûriyeyê de ye.
MOSKOV