Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê, têkildarî gotinên Serokwezîrê Federasyona Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ku li panelekê axivî bû, daxuyaniyek weşand. KCK'ê diyar kir ku Barzanî bi rengekî ne adil, bê wijdanî û dûrî ji rastiyê, Tevgera Azadiyê ya Kurd sûcdar kiriye û got, "Bi taybetî, daxuyaniyên wî yên li ser Şengal û Rojava ne yên qebûlkirinê ne. Li cihekî ku qisekerên ji welatên cuda jî lê amade bûn, dayîna daxuyaniyeke bi vî rengî bêtalihî bû. Di vê pêvajoyê de ku pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye, daxuyaniyên bi vî rengî bi ti awayî bi kêrî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nayên."

Barzanî rastî berevajî kirin

KCK'ê bi bîr xist ku gerîla li Şengalê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da û civaka Êzîdî ji qirkirinê rizgar kir. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Gerîla Şengal ne ji pêşmerge ne jî ji PDK'ê standiye. Berevajî; nehişt ku bi temamî bikeve destê DAIŞ'ê û rê li ber vekir ku pêşmerge bikevin nava Şengalê. Gerîla li Şengalê ji Êzîdiyan re bûye alîkar ku rêveberiyên xwe û saziyên xwe yên parastinê ava bikin. Ya ku niha Şengalê diparêze Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ ye. Li Şengalê Meclîsên Êzîdiyan û xwerêveberî hene. Ji ber vê yekê, muxatebê her hêzeke siyasî ya li Şengalê, xwerêveberî û hêzên xweparastinê yên li wir in. Mîna ku li Şengalê rêveberî û hêzên parastinê yên Êzîdiyan nînin, daxuyanî tê dayîn û qala PKK'ê tê kirin. Ev nêzîkatî berevajîkirina rastiyê ye."

Ambargoya PDK´ê li dijî Şengalê

KCK´ê gefxwarina bi gotinên 'Heta PKK lê be, wê alîkarî neçe Şengalê, wê gel venegere' wekî hewldana xapandinê nirxand û got, "Ji bo nixumandina pêkanîn û polîtîkayên neyînî yên rêveberiya Başûrê Kurdistanê. Yê ku pêşî li gihîştina alîkariyê ji bo Şengalê digire û nahêle gel vegere, rêveberiya Başûrê Kurdistanê ye. Ev pêkanîn jî, bêyî erêkirina hemû partiyên din ên li nava hikûmeta Başûrê Kurdistanê tê kirin."

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê da xuyakirin ku PDK'ê dor li Şengalê girtiye, ambargo daniye ser Şengalê û wiha dewam kir: "Destûr nade ti alîkariya ji Şengalê re. Her wiha destûrê nade heyetên dixwazin biçin Şengalê. Ji ber ku Deriyê Sînor ê Sêmalka jî girtî ye, alîkariya ji Rojavayê Kurdistanê jî tê astengkirin. Rojavayê Kurdistanê tevî ku bi derfetên xwe yên kêm alîkariyê dike jî, ev têra Şengalê nake." 

PDK aloziyan derdixe

KCK´ê xwest di mijara vegera Êzidiyan de jî "Birêz Barzanî bi erka xwe rabe" û wiha dewam kir: "Tevî YBŞ û saziyên xwerêveberiyê yên Êzidiyan niha li Şengalê pêşmerge û berpirsyarên PDK'ê jî hene. Bêyî dîtina vê rastiyê, sûcdarkirina PKK'ê, nêzîkatiyeke sivik û erzan e.

PDK bi polîtîka û pêkanînên xwe, timî li Şengalê rê li ber aloziyê vedike. Li aliyê din, rêveberiya PDK'ê hewl dide bi rêya dewleta Tirk çavê gelê Şengalê bitirsîne. Bi vî rengî zextê li YBŞ û saziyên xwerêveberiyê dike ku teslîmî wan bibin. Civaka Êzîdî naxwaze li pêvajoya beriya 3'ê Tebaxê vegere. Nebûna xwedî hêza xweparastinê û saziyên xwerêveberiyê, sedema rabûna fermanê ye. Lê PDK dixwaze Êzîdiyan bixe rewşa beriy 3'ê Tebaxê. Eger di vegera Êzidiyan de kêmasî hebe, ev zextên PDK'ê û şantajên bi dewleta Tirk tên kirin, di vir de diyarker e."

Ti kes nikare gerîla sûcdar bike

KCK dibêje, "Ti kes nikare gerîla û PKK'ê sûcdar bike, ku li pêşiya vegera civaka Êzidî asteng e. Gerîla nehişt DAIŞ Şengalê dagir bike, di rizgarkirina Şengalê de bi roleke dîrokî rabû û bi vî awayî, beriya her tiştî bû sedem ku gel li Şengalê bimîne û piştre rê li ber vegerê vekir. Civaka Êzîdî di dema herî zehmet de, bi 15 hezar kesî di nava parastina YBŞ û gerîla de, bi alîkariya Şoreşa Rojava li çiyayê Şengalê ma û sekneke îradeyî ya herî mezin a dîroka civaka Êzîdî nîşan da." 

Barzanî bila pirsgirêkan bi xwerêveberiyê re çareser bike

KCK ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî jî dibîje, "Erk û wezîfeya dikeve ser milê Serokwezîrê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û PDK'ê ew e, pirsgirêkên li Şengalê ne bi şantaj û gefê, lê bi saziyên xwerêveberiyê yên Êzîdiyan re çareser bike. Lazim e Şengal ne cihekî têkoşîna serweriyê ya PDK, PKK an jî hêzeke din a siyasî be. Erka dikeve ser milê PDK, PKK û hemû hêzên din ên siyasî yên Kurd ew e, xwerêveberî û xweparastina Êzîdiyan mayînde bikin. Bi hewldan û alîkariya PDK, PKK û YNK'ê, divê bêyî lidervehiştina hêzeke Êzîdî ya li Şengalê, meclîs û xweparastina tevahiya Êzîdiyan bê avakirin."

'Gotinên Barzanî ne rast in'

Li ser daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî yîn li ser Rojava jî KCK dibêje, "Gotinên Birêz Nêçirvan Barzanî yên li ser Rojava jî dûrî rastiyan in. Şoreşa Rojava ji aliyê gelê Rojavayê Kurdistanê ve hatiye kirin. Bêguman, ji ber xebata bîst salan a Rêber Apo, şoreş li ser xeta Rêber Apo pêk hatiye. Eger Şoreşa Rojava weke şoreşeke ku yekser ji aliyê PKK'ê ve tê birêvebirin bê dîtin, ev yek wê bibe neheqî li gelê Rojava. 

Tiştên ku Birêz Nêçirvan Barzanî têkildarî Şoreşa Rojava got, em her roj ji rêveber û qelemşorên desthilatdariya AKP'ê dibihîzin. Şoreşa Rojava ji bo azadî û demokrasiya gelên cîhanê weke şoreşeke mînak tê dîtin. Lewma ne rast e ku Birêz Nêçirvan Barzanî mîna rayedarên dewleta Tirk binirxîne. Birêz Nêçirvan Barzanî jî, şexsiyet an jî hêzeke din a siyasî jî dikarin rexneyê li Şoreşa Rojava bikin. Yekane daxwaze me ew e, ku Şoreşa Rojava bi ser keve û li ser vê bingehê, Başûrê Kurdistanê jî di nav de tevahiya gelê Kurd xurt bibe."

'Em her tim li aliyê yekîtiyê sekinîn'

KCK êşaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan dike û wiha dawiyê li daxuyaniya xwe tîne: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Şengal û Rojava, hevdîtin û hewldanên me yên bi PDK'ê re dewam dikin. Lewma di demeke bi vî rengî de dayîna daxuyaniyên bi vî awayî rast nebûye. Bi taybetî, bikaranîna gotinên ku tevgera me sûcdar dikin, ne nêzîkatiyek bû ku em li bendê bûn. Lazim e ji niha û pê ve di daxuyaniyan de hîn bêhtir baldar bin, daxuyanî çêker bin û li gorî bendewariyên pêvajoya heyî bin.

Sedema ku em neçar hiştin em daxuyaniyeke bi vî rengî bidin ew e kuy axaftineke bi vî rengî li pêş qisekerên ji welatên tevlî panelê bûyî, hate kirin."


Nêçîrvan Barzanî çi gotibû? 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 15´ê Kanûnê di konfransa Kurdistan Piştî Serxwebûnê a li Dihokê gotibû, pêwîst e PKK ji Şengalê derkeve û îdîa kiribû ku PKK ji bo destketiyên li Rojava tehlûke ye.

Barzanî di konfransa li Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê de vekişandina pêşmerge ji Şengalê nedît, xwe li rola gerîlayan di rizgarkirina Şengalê û astengkirina qirkirinê de kerr kir û îdîa kir ku ji bo xelk vegere Şengalê û Şengal jinûve were avakirin, pêwîst e PKK ji wê devera Başûrê Kurdistanê derkeve,

Barzanî ev îfade bi kar anîbûn: “Ew hêza ku niha destwerdanê li Şengalê dike, divê li wir nemîne, em di wê baweriyê de ne, ku pêwîst nake PKK weke hêzekê li Şengalê bimîne û gerek derkeve.”

Derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî Barzanî îdîayên hanê beramberî mêvanên ji gelek welatan îfade kiribûn: “Kurd li Rojavayê Kurdistanê bûne dîlê destê PKK´ê û ji ber siyasetên şaş ên PKK´ê ew destketî wê li wir ji dest biçin. PKK dixwaze rewatiya xwe bi riya Kurdên Rojava bidest bixe, lê tiştekî şaş e û nikare xwe bi ser wan de ferz bike. Desthilata PYD´ê li Rojavayê Kurdistanê bi temamî dîktatorî ye û zilma ku ew tînin serê Kurdan Beşar Esed netanî serê xelkê.”


 

 NAVENDA NÛÇEYAN