Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) 21’Nîsanê deklerasyoneke fireh bi navê “Nexşerêya KODAR’ê ji bo demokratîkkirina Îranê û çareseriya pirsgirêka Kurd” ragihand. Mirov eger li bûyer û serûbinîhevbûna şert û mercên siyasî di kaosa Rojhilata Navîn de nexasim ya 6 salên dawî, binihêrê, divê bibêje ku KODAR hinekî dereng maye jî di avêtina vê gavê de. Ez di serî de bibêjim, bila dijîtiya berdewam a rejîmê û hin navendên sermayeya dewletê û hin hêzên klasîk yên Îranê û heta Kurd jî deyne aliyekî, divê ev deklerasyon weke gaveke girîng û dîrokî werê dîtin û pejirandin. Lê pirsa yekemîn û esasî di serê her kesekî, çi dost û çi neyarê KODAR´ê de jî ew e ku muxatebê vê nexşerêyê kî ye? Û çawa ew ê bête pêkanîn? Ev her du pirs girîng in, ji ber ku di deklerasyonê de xisûsên gelekî girîng û cewherî hene. Ji bo bersiva van her du pirsan gotineke Mûrat Karayilan a pir kurt û bi wate ji bo komek ciwanên perwerdeya xwe qedandî heye li ser çareseriya pirsgirêkên heyî li Rojhilata Navîn: “Dema mirov li ew qas pirsgirêkên li ser hevkombûyî yên Rojhilata Navîn û Civakê binihêrê, dema pirs ew be ka gelo çareserî çi ye, ez ê bibêjim, çareserî hûn in”. Bi sadeyî û bê rêyeke zîvironek, muxatebê sereke û esasî yê KODAR´ê civak e. Civaka pirr reng û pirr çand e ku rejîmên Rojhilata Navîn nexasim jî ya Îranê bi darê zorê dixwaze wê yekreng û yekdeng bike.
Dema mirov li şahî û meydanên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî binihêre, pirr bi hêsanî dikare bibêje ku van rejîman nikarîn di vê siyaseta yekreng kirinê de bi ser kevin. Siyaseta sêdare, êşkence, bi besîckirin, belavkirina madeyên hişbir, kuştinên dewamî yên kasibkar û kolberên li ser sînor, şideta qanûnî, aborî, siyasî û şerê derûnî nikarîbûn bikin ku civak ji daxwazên xwe vegere, nexasime piştî bûyerên li herêmê bi giştî û şoreşa Rojava bi taybetî jî van rejîman nekarî siyaseta xwe ya berê bidomînin û hevpeymanên wan yên di asta dewletan de jî ne xwedî heman hêzên berê ne û li hev dikevin. Ya ji wan hemûyan girîngtir valatiya siyasî û civakî bê bersiv hiştin, yan jî ji wan hêzan re ku li gorî berjwendiyên xwe pê bilîzin, berdana vê valatiyê, şaşîtiyeke dîrokî ye û xiyaneta bi xeyalên mirovên azadîxwaz û şoreşger e ku ev derfetên dîrokî bi keda xwe afirandine.
Dema mirov li bûyer û qewmînên çend salên dawî yên Rojhilata Kurdistanê binihêrê timî ev pirs dihat hişê her kesî, çima ew qas potansiyela guhertin û veguherînê nayê nirxandin. Ne tenê civaka Kurd, lê civakên pirr reng û bi taybetî jî jin li benda guhertinê ne, lê ya zelal ew e ti kes hêviya guhertin û demokratîkbûnê ji navendê nake. Lê hinan jî timî bawer kiriye ku mîna Iraq û Sûriyê hêzek ji derve were, guhertinê li Îranê pêk bîne, û ew jî bi cunteya diplomasî û li ser pişta balafirê bizivirin ser kursiyên desthilatdariyê.
Deklerasyona KODAR´ê reçeteyek nîne ji bo çareserkirina her tiştê û tevahiya pirsgirêkan, lê derfeteke mezin e ji bo nîqaşên hilberîner ji bo pêvajoyeke çarereseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêkan. Potansiyela bersivdana erênî ya vê deklerasyonê ji alî civakê ve bi baweriya min ji texmînan wêdetir e. Êdî nema civaka Rojhilata Kurdistanê tenê temaşakerê bûyerên herêmê ye û ne jî tenê potansiyela xwedîderketina li nirxên beşên din ên Kurdistanê ye, lê hem ezmûneke pirr girîng û dîrokî ji beşên din ên Kurdistanê bi dest xistiye û hem jî bi fedakariyeke mezin xwedî li şoreşa Kurdistanê derketiye û hîna jî vê fedakariyê dike. Hem ji şaşîtiyên beşên din yên Kurdistanê fêr bûye û hem ji destketiyên erênî û nirxên şoreşê nexasim jî Şoreşa Rojava îlham girtiye. Îro Rojhilata Kurdistanê xwedî tevgereke dînamîk, ciwan û pirr reng e, xwedî îdeolojî û paradîgmayeke demokratîk, ekolojîk û azadiyê ye, xwedî arteşeke parastin û hêzeke parastina jinê ye. KODAR´ê bi vê deklerasyonê bersiva hundir a daxwazên civakê dide ku piştî sala 1999´an nexasim jî dema dîlgirtina Rêber Ocalan, derketiye holê.
Şert û mercek hatiye ku civak heta mirov bibêje bes, dikare binirxînê ji bo xwe avakirinê. KODAR di deklerasyona xwe de zêdetir baweriya xwe bi vê hêza civakê tîne û nexşerêya xwe derxistiye holê. Baweriya xwe ne ku bi rejîmê tîne lê jê dixwaze rêzê ji îradeya civakê re bigire. Li holê rewşeke şer nîne, ji ber ku her kes dizane şer zirarê li hemû aliyan dike. Diyalog li holê nîne, ji ber ku dewleta Îranê dewleteke hîlebaz e û bawerî pê nayê. Lê diyaloga di nava civakê de bi xwe heye û ew jî dînamîka herî girîng a çareseriyê ye. Li gorî rihê deklarasyonê bi siyaseta demokartîk a ku karê civakê ye, dewlet neçarî çareseriyê tê kirin û ev jî derfeta destwerdanên ji derve kêm dike û dikeve xizmeta her kesî. Ji bo wê jî Nexşerêye KODAR´ê derfeteke girîng û heta mirov bibêje dîrokî û naverok-xurt e, bi taybetî ew destpêkeke girîng û di warê rojene de jî ji bo pêvajoya hilbijartinên meclîsên bajar û şaredariyan, dikare destpêkeke nû be.