HERÊM QADIR / ROJNEWS/HELEBCE

Li Helebceyê muzexaneyeke bajêr tune lê hin ciwanên welatparêz kelûpelên dîrokî yên Helebceyê li odeyeke biçûk kom kirine û ev ode wekî mûzexane bi kar tînin.

Zêdeyî saleke hin ciwanên welatparêz kelûpelên dîrokî yên Helebceyê kom dikin û mihafeza dikin. Gelek ji wan ji Helebce, Raperîn, Barzan, Behdînan û Germiyan kom kirine. Lê ji ber ku tunebûna muzexaneyeke halê hazir di Bîrdariya Şehîdên Kîmyabarana Helebce de ji bo van kelûpelan odeyek hatiye veqetandin.

Odeyeke biçûk kirine mûzexane

Navê Muzexana Hunerî ya Helebce li vê odeyê hatiye kirin. Ev ode biçûk e û pewistî bi cihek mezintir heye. Di nava vê muzexaneyê de kelûpelên dîrokî hene. Rêvebira Muzexaneyê Semîra Salih got ew dixwazin bi rêya vê muzexaneyê parastina çanda resen a bajêr bikin û bi cîhanê bidin nasîn.

Li gorî rêvebir û damezrênerên muzexanê diyar dikin, pirsgirêka heyî nebûna cih e. Cihê ku niha têde muzexane vekirî biçûk e û pêwîstiya van kelûpelan bi muzexaneyek berfireh û mezintir heye. Ji ber ku di dema borî de ji ber şer gelek kelûpelên dîrokî xirabûn an jî wenda bûne.