Biryara Muzeya Jinên Mezopotamya yê ku di Danezana Hilbijartinê a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de cih digirt, dikeve meriyetê. Xebatê muzeyê bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li xaniyên dîrokî a Sûrê dest pê kir. Tevî pêvajoyên Neolîtîk a ku bi rengê jin hatiye nexşandin, wêne û fîgûrên ku pêşengiya jin dide nîşandan tên amedekirin. Seroka Daîre a Polîtîkayên Jin Yûksel Acer diyar kir ku ew lezgînî dane xebatên xwe û got ku ew ê bi sayê vê muzê bihêlin ku jin rastiyê xwe bibînin. Yûksel destnîşan kir ku ew ê biryarên şênber di ‘Konferansa Lêkolînê’ de bigrin û navê muzeyê dê bibe Muzeya Jinên Mezopotamyayê.

Yûksel anî ziman ku ew ê hemû saziyên jin dawetê konferansa ku were li darxistin bikin û her wiha got ji bo xebatên muzeyê ew ê kesên pispor û lêkolînerên jin ên Mezopotamyayê vexwînin. Yûksel diyar kir ku dîroka konferansê ne diyar e lê belê di demek kin de ew ê plansaziya vê çêbikin. Yûksel qala rojevê konferansê jî kir û got ew ê li ser mijarên wek ‘Em muzeyek çawan dixwazin, divê çi cihê xwe di mûzê de bigre û çi divê balê bikşîne’ nîqaşan bikin.


Xebatê Restorasyonê 

Seroka Daîreya Mîrateya Çandî û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin Nevîn Soyukaya jî derbarê xebatê muzeyê jinan de agahî da û got ew xebatê xwe berfireh dikin. Nevîn derbarê ‘Konferansa Lêkolînê’ de wiha got: “Lêkolînerên jin, zanyarên mûzeyan, STK ên ku eleqe nîşan didin û gelek saziyên din dê beşdarî konferansê bibin û li ser pirsa ‘Muzeyek çawa divê’ wê nîqaş bên kirin. Xebatê Restorasyonên berdewam dike. Muzeyê ku em ê li Sûrê vekin dê xwedî wateyek dîrokî be. Piştî konferansa lêkolînê em ê koleksiyona mûzeyê ava bikin. Gelek xebat di nava hevde wê bên kirin û lêkolîn niha de despêkiriye. Em ê bi tevlîbûna her kesî vê pêvajoyê rêvebibin.”


BÊRÎTAN ELYAKUT/JINHA/AMED