MEDÎNE MAMEDOGLU / ANF/MÊRDÎN
Komeleya Çand û Huner a Mezopotamyayê ku di rojên borî de hat vekirin xebatên xwe didomîne. Hîndekarên komeleyê wiha gotin: “Armanca me ev e ku muzîk û çanda Kurd a ku hewl tê dayîn bên jibîrkirin, bi ciwanan bê bibîrxistin.”
Bi qeyûman re li bajarên Kurdan di nava saziyan de saziyên çandî jî cih digirin. Li Mêrdînê di rojên bihurî de Komeleya Çand û Huner a Mezopotamyayê hat vekirin û xebatên xwe didomîne. Komeleya ku li Qoserê hat vekirin, gelek hîndekarên wê hene û bi dehan xwendekar jî perwerdehiyên lîstikên gelêrî û îstrumanên muzîkê digirin. Komele ji destpêkê ve rastî elaqeyeke mezin a ciwanan tê.
Şagirt bi sedan in
Hîndekara komeleyê Nesrîn Unay Ozel got, komele di alî muzîkê de ji bo xwe bigihîne zêdetir ciwan û zarokî hatiye vekirin û got, “Di dema qeyûman de gelek saziyên çandî hatin girtin. Bi girtinan re tevî astengiyan, me bi alternatîfên nû xebatên xwe dewam kirin. Di çarçoveya van xebatan de me Komeleya Çand û Huner a Mezopotamyayê vekir. Em dersan didin zarok û ciwanan. Gelek dersên gîtar, erbane, dahol û govendê jî tê de hene. Kursên me ji aliyê mamosteyên hoste ve tên dayîn.”
Elaqe zêde ye
Nesrînê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin, di demên dawî de bi zextên ku tên kirin hewl tê dayîn muzîka Kurdî bidin jibîrkirin, “Armanca me jî ev e ku em nedin jibîrkirin. Armanca me ya herî mezin ev e ku em muzîka Kurdî ji nû ve nîşanî gel bidin. Xebatên me di vî warî de dimeşin. Em dixwazin vê hişmendiyê bi zarok û ciwanan re bi pêş bixin.”
Mamosteya Govendê Giymet Ozge jî wiha peyivî: “Bila ciwanên Mêrdînê dema xwe bi huner bibihurînin. Em li vir gelek kursan didin. Ji bilî kursên komeleyê, ekîbeke jinan jî heye. Ez mamosteya govendê me. Ne tenê ya jinan, ekîba me ya zarokan jî heye. Tevî me nû vekiriye jî elaqeya zarok û ciwanan gelek zêde ye. Bila ciwan bên vir û dema xwe li vir bi karê baş bibihurînin.”