
TJA, bi şiyara ‘Na ji dîktatoriyê re’ dest bi kampanyayekê kir. TJA’yê destnîşan kir, ku pêwîstiya jinan herî zêde bi çareseriya Ocalan heye.
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma “Em ê bi Rêbertî re bi ser bikevin” li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a DBP’ê eşkere kir. Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît, parlamenterên HDP’ê yên Amedê Feleknas Ûca, Sîbel Yîgîtalp, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlarmentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Rûken Akça, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên DBP’ê yên bajar û navçeyan beşdarî civînê bûn.
Deklarasyon ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan ve hate xwendin. Gokkan da xuyakirin, ku Tirkiye ketiye nava lîstikeke bi xwîn û bê rehm û got, “Ev siyaset, siyasetke welê ya qirkirinê û zalim e, ku serxwebûna Tirkîtiyê di tinekirina Kurdan de dibîne.”
Gokkan diyar kir, di vê demê de bajar hatine xerakirin, bi sed hezaran jinên Kurd hatine koçberkirin, bi hezaran kedkarên jin ji kar hatine kirin, bi rêya qeyûm bi sedan saziyên jinan hatine girtin, rewşenbîr û akademîsyenên jin ên ji bo aştiyê têdikoşin, parlamenterên jin û bi hezaran jin hatine binçavkirin, girtin û îşkence li wan hatine kirin.
Ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê bang
Di deklarasyonê de ev bang li raya giştî ya Tirkiyeyê hat kirin:
“Hinceta yekane ya sîstema serokatiyê ku desthilatdariya AKP’ê xistiye rojevê, konsepteke nû ya şerê li dijî gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, rêya bingehîn a pêşîgirtina li rejîma dîktator û ewlekirina nirxên komara demokratîk, çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser bingeha rast e. Ji bo jiyaneke nû, ji bo pêkanîna aştiyeke nû, pêwîstî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, pêwîstî bi nêrîn û exlaqê wî heye. Her rejîmeke ku hebûn û azadiya gelan ji nedîtî ve tê, ji bilî dojehê tiştekî danîne pêşiya me. Bi eniya ‘NA’ ji komkujiya jinan û gelan re, pêşî li vê dîktatoriyê dikare bê girtin.”
Efendî, zalim û dîktator wê têk biçin
‘Ti hêz nikare azadiya me ku me li serhildanan, zîndanan, çiyê û kolanan mezin kirine, ji me bistînin. Li ser vê bingehê em ê qonaxa duyemîna kampanya xwe ‘Xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim’ bi navê ‘Bi Rêbertî re em ê ji sedî sed bi ser bikevin’ bidomînin. Şaristaniya jinê, sekneke ku bi pîvana ‘azadî ji sedî sed bi ser dikeve’ ye. Û em ji dil dizanin, ku efendî, zalim û dîktator wê têk biçin. Em weke jinên TJA’yî kampanya ‘NA ji dîktatoriyê’ re didin destpêkirin û dibêjin, azadî wê ji sedî sed bi ser bikeve.”
ANF / AMED