Boykot îş dike û tesîrê dike. Yan na The Sunday Times a Ingilîstanê wê şiroveya Katie Glass neweşanda. Boykot ne ku tenê tesîrê li boykotkiriyan dike, ew tesîrê li boykotşikên û hevalbendên dîktatoriyan jî dike. Xuya ye rezervasyonên ji bo Tirkiyeyê ku pirraniya wan vê heyvê êdî diyar dibin li Ingilistanê kêm bûne û hinan bi Katie Glass a “rojnamevan” ev şirove daye nivîsandin. Heger boykot tesîrê neke ji xwe zehmet e yên weke Katie xanê rabin xwe binivîsên wisa biwestînin. Bi ya wê “Boykotkirina neteweyên hermonî ne bersivek e“. Jixwe ev sernivîsa şiroveya wê ye.

Yanî bi ya wê mirov bi çûna xwe şerekî qirkirinê jî fînanse bike çêtir e mirov biçe û xwe li fikra neçûnê nealiqîne. Ew sedemên xwe bi azadiya ger û geştê, bi danûstandina bi wan xelkan re û gelek argûmanên giştî rave dike, lê em hevdu nexapînin. Rojnamevan bi hin usûlên nivîsan dizanin. Sedema sereke ew e ku hin sektor û nûnerên wan carcaran nivîsan didin nivîsandin. Li vir mumkin e ku sektora tûrîzmê (xasma ajantayên tûrîzmê) li Ingilistanê ji boykotkirina Tirkiye, Çîn, Kazaxistan û welatên weke wan ên xelk gelekî berê xwe dide wan, tirsiyabin. Ji bo me Kurdan jî peyamek tê de heye: boykot bi kêr tê, divê em hem dewleta Tirk, tûrîzma wê û malên Tirkî boykot bikin û bidin boykotkirin. Lazim bibe em jî bi “Katie Glass”an bidin nivîsandin ka boykot çima baş e û lazim e.

FRANKFURT