Ka lê bifikirin ku semasiyek biqasî otobosekê dirêj be, her diranekî wî ji destê we mezintir be, bi ser de jî her gep û geza wî ji ta T-Rex xurttir be. Heger we karî dîmenekî bînin ber çavê xwe, zanibin ku ew megalodonek e, mezintirîn semasiyê hatî ser rûyê erdê. Lê bila tirsa we ji ser we biçe, û bêhna xwe fireh bikin, ev semasiyên megalodon beriya bi 3 milyon salan ji ser rûyê erdê, ya rastî ji derya û behrên dinyayê tine bû.

Niha filmek bi navê “The Meg” derdikeve ku Holly Wood weke ku li kûrahiya Behra Pasîfîkê hîna hebe dide nîşan. Tevî ku Megalodon bi rastî hebû, 18 metroyan dirêj bû jî, fosîlên wî yên herî kevin, ji beriya 15 milyon salan mane û yên herî nû ji beriya 2.6 milyon salan.

Lê zanyar tevî ku behr mezin û kûr in, hema hema bi teqezî dizanin ku ev hûtê deryayê êdî nemaye.  Ji ber ku fosîlê wan ê herî berbelav diranên wan in û bi sedan diranên wan jî, her ku ketine, şikestine, ji nû ve çêbûne. Li gorî ku li ber destê me ji 2.6 milyon salî nûtir ti diran nîne, zanyar bi teqezî difikirin ku ev heywan êdî nemaye.

Jixwe, heger semasiyek wisa mezin hebûya, masîgir wê di cih de bê kêmbûna masiyan bihisiyana, wekî din, hin heywanên ku xwe ji vî semasiyê xilaskirî û şopa êrişa wî li ser wan mayî jî wê nîşanî me bidaye ku ew hîna hene. Lê na, li ber destê me delîla hebûna wan a herî taze 2.6 milyon salî ye. Da ku hûn zanibin, fosîlên diranên van semasiyan di hestûyên nehengên beriya bi milyonan salan de çikayî jî hatiye dîtin.

 

FRANKFURT