Mirov dixwaze carê jî tenê wêjeyî, gotinên xweş, gotinên hedana mirovan tîne, gotinên agahiyên zanistî dide binivîse, lê feleka bêbext û mirina ku bi dijmin re bûye yek, pêsîra me bernade. Ji serê vê salê û vir ve, li gel şahadetên li welêt, xwînxwariya dagirkeran, li derveyê welêt jî çend hefteyan carê canên herî baş ji cigera me tên qetandin. Ayten, Mahmut Onder, Alî Beltir û Huseyin Xarpûtî. Em bi şînan westiyan, lê bêbextiya mirinê newestiya, bi dagirkeran re bûye yek û her berê xwe daye me.
Husên Xarpût (Surucu) kurxalê fermandar Ezîz (Abdulah Yildiz) ê niviskarê romana “Toprak Kizillaşinca (Dema Ax Sorxwîn bû)”, welatparêzê bi dil û can, hezkiriyê hevalên Durenê, hê ciwan (46 salî) û bavê çar zarokan bû. Miroveke pir jîr bû, fêrê almanî bû, ket perwerdeya makînîstî û bû makînîst, herê carê trên dibir bajarekî. Li xopana ji me biyanî “Gotha” ku Piraniya me navê wê jî nebihîstiye, bi rawestana dil di nava rondikan de berê xwe da axa sar.

Ew sala 1971´an wek piçûkê xwişk û biran li Tacîka girêdayiyê Depê (Qereqoçanê) hat dunê. Piştî dibistana navîn li Depê xwend derket derveyê welêt. Li Durenê bi hevalên welatparêz re ket têkiliyê, di demeke kurt de hezkirin û bala hevalan kişand ser xwe, di bin perê komaleya Durenê de koma futbolê damezirand. Pişt re di nava damezrîner û rêveberiya Kurdspor (Koln) de cihê xwe girt. Gelek caran ji bo turnuvaya pêgogê (futbole) ya welatparêzan li Dûrenê bi navê xwe destûr hilda û bi serkeftî di nava organîzatoran de cihê xwe girt.

Ji bo wî serkeftina herî mezin jî di sala 2010´an de bû. Wî wek serokê tîma futbolê bi navê Kurdistan li Galîsya (Spanya) bi tîma futbola neteweyî ya Galîsyayê re lîst. Bi rêya vê goklîstinê li Galîsyayê têkiliyên gelek baş hatin danîn. Wî tim digot: “Xewjîna (xeyala) min ew e ku em bikanin bi navê Kurdistanê bi tîmên neteweyî yên hemû welatan re bilizin!“

Divê ez di vir de behsa çîrokeke hin gorbihuştan û bavê Husên Xarpût, H. Resûl jî bikim. H. Resûl miroveke bêdeng, helîm û bêhnfireh bû. Carinan gotinên pir taybetî û bi wate digotin. Rojekê, Ew mêvanê mala apê min bû. Giyanpakên Kurdistanê Delîl Dogan, Şadî Batmaz û Mehmet Guler û du kesên din jî li wir bûn. Delil bi H. Resûl re diaxivî. Dem zivistan bû, gava H. Resûl derdikeve der, dibîne ku di wê sermaye de lastîkên Enqere li der hiştine, solên çerm jî gişt girtine hundir. Çawa ket hundirê oda rûniştinê, berê xwe da min û Delîl Dogan û got:

 „Sosyalistiya we ev e? We lastîk li der hiştine û sol jî girtine hundir. Na bavê min ez sosyalistiya we naxwazim, gava sibe hûn werin ser kar, hûnê jî xwediyê solan bigirin hundir û xwediyê lastîkên Enqere jî li der bihêlin!” 

Ev jî di wê civata ji bo min pîroz de bû egerê ken û henekan. Delîl Doxan jî wiha bersiv dabû: “Em ê lastîkên Enqerê menqerê nehêlin, wê her kes solan têke pê!”

Hinan xwestibû bavê Husên li dij wî derxin. Dema H. Resûl hat Almanyayê bû mêvanê wî, hevalên wî nasî, pişt re bû mêvanê min, ji min re got: “Tu dizanî, min pir ji xwarziyê xwe Abdullah (fermandar Ezîz) hez dikir. Ez niha jî di mala xwe de tenê bi kurê xwe Husên serbilind im.!”

Belê ev sala duhezar û hivdehan pir bêbext hat. Her çendî salê xwe tijî kiribe jî, di vê salê de dostê Kurd, ji rêberên gelê Efrîka Başûr Essa Moosa jî, tevê karwanê cihan guherînê bû. 

Nizanim, lê bi min tenê ev helbest êşa vê salê destnîşan dike.


Ey tu, sala du hezar û hivdehan

Te tijî kirî bi şîn û gîrî guhan

Tu dirijînî ser me bi roj û mehan

Te guhezandî tofana gerdûnê ev cihan


Te pişt daye feleka bêbext û şaş

Tu digirî ji me mirovên herî baş

Te rizand mêjî heland can û laş

Tu her dihêrî yar û canan weke aş

Bese ey bêbext, sala Hivdehan!...