
Berxwedan nayê nîqaşkirin
Li ser nîqaşên derbarê hêzên leşkerî yên li Rojava de Mûslim wiha got: “Xwediyê vê pirsgirêkê YPG ye. Tû bixwazî yan na, niha li rojavayê Kurdistanê rewşekî hestyar heye. Fermandarên wan hene û divê li gel wan ev mijar were guftûgokirin. Em ti tiştekî derbarê leşkerî de guftûgo nakin. Ji ber ezmûnên me li welatên herêmê û welatên cîran heye. Ev ezmûn li başûrê Kurdistanê û Libnanê hebû, encamên vê jî xirab bûn. Herwiha bû sedemê şer û bûyerên diltezîn. Eger leşkerên her partiyekî siyasî hebe, divê ligel derdora xwe hev bigrin û erkê dikeve ser milê wî, bêne cih. Ji ber ku divê hêzekî leşkerî hebe. Çi kesê bixwaze, dikare beşdarî YPG’ê bibe. Em dixwazin ligel wan hevbeş bin û gelek guftûgo hatine kirin ku ew jî beşdar bibin. Em dixwazin ligel wan hevbeş bin û guftûgo hatine kirin û ji bo ew jî beşdar bibin.”
´Rêveberiyek demokratîk heye´
Li ser daxwazên ENKS jî Mûslim ev agahî dan: “Karên ku me li Rojava kirine, me yasayek jêre daniye. Hevpeymaniya civakî heye, hemû tiştên me çêkirî û encamdayî, me bi awayekî demokratîk dariştine. Tevî ku li ser xalên serekî jihevtêgihiştin çêbûye, em bixwazin nexwazin encûmen û îradeyekî siyasî heye. TEV-DEM nikare bi tenê karên xwe birêve bibe, em hatine ba hev û ji bo jihev têbigihin, rêkeftinê çêkin û li rojavayê Kurdistanê yekîtiyekê çêkin. Bê guman dîtinên cûda û nakokî wê hebin, ev tiştekî asayiye. Niha em li ser wê yekê gihiştine rêkeftinê ku komîteyekî hevbeş were damezirandin. Ev komîte tenê ji bo aliyê kurdane, ew guhertin û pêşniyarên hebin, nabe tenê yên aliyekê bin. Tenê ew komîte dikare ligel aliyên din guftûgoyan bike. Raste tiştên ku me kirine demokrastîk in, giraniya xwe dixe ser rêxistinên sivîl û dezgehên gel. Lê hinek pêşniyarên ENKS’ê hene dibe sedem ku rêveberî bibe rêveberiyekî navendî (merkezî). Lê em naxwazin ev bibe bihane ku civînên me bê encam bimînin. Emê li ser civînan berdewam bin, ger bi başî em nêzî civînan bibin; em dikarin vê jî derbaz bikin û bigihîn rêkeftinê.”
´Pêwîstî bi cihdîyetê heye´
Ger civînên li Dihokê wekî yên Hewlêrê bê encam bimînin wê bandorek çawa li ser rojavayê Kurdistanê û şoreşa Rojava bike jî Mûslim wiha got: “Encamên civînên Hewlêrê hebûn, ji ber ku Desteya Bilind a civînên Hewlêrê hinek biryar da. Civîna Hewlêrê wisa kir ku îro em li vir bin û asta hinek biryarên xwe kêm bikin û ji bo di navbera aliyên rojavayê Kurdistanê de yekîtiyek çêbibe. Rastiya wê ew bû, hinekan xwe ji encamên wan civînan dûr xist û xwestin hilweşînin. Ez dikarim bêjim ne bê encam bû û berdewam jî bû, lê bi seqetî. Ji ber hinek kes hebûn beşdar bûn û biryar jî dan, lê piştre xwe dûr xistin. Civîn zêdetir pêwîstî bi ciddiyeta têgihiştin û fikir heye. Hinek alî ne ciddî bûn, em hêvîdarin ku aliyên niha em ligel dicivin di hevdîtinan de ciddî bin. Divê heta dawiyê ligel biryarên ku li ser didin girêdayî bin û di pratîkê de kar li ser bikin. Em naxwazin biryar tenê nivîskî bin. Her kes dikare biryarê bide, lê gelo di pratîkê de kî wê bêne cih?”
´Parastin erka her kesî ye´
Salih Mûslim bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û wiha pê de çû: “Bêguman hevgirtina kurdan di aliyê manewî de gelek girng e, tevî ku gelê Rojava serkeftî bû û xwe birêxistin kiriye. Yek ji serkeftinên gelê Rojava jî, berxwedana Kobanê ye. Lê ji bo em bihêztir bin, divê em hev bigrin. Êrişên li dijî Kobanê, li dijî tevayî gelê kurd in. Lewra divê em xwe bi yekîtiya gelê kurd biparêzin, herwiha ger em bixwazin xwe biparêzin yasaya parastina rewa heye. Yasayeke û her kes dikare beşdar bibe. Her kesê beşdar jî bibe, divê 6 mehan perwerdeya leşkerî biqedîne. Ji ber em bixwazin an na, wê ev şer û êriş berdewam bikin. Ji ber vê yekê pêwîste her kesek ji bo parastinê xwe fêr bike û çek bikarbêne. Lê hinek alî û kes hebûn, ev nedipejirandin û di gotin, leşkerî bi zorê nabe. Di gotin, ev tê wateya koçkirinê û xwe ji erkê parastinê dûr dixistin. Lê ya rast a berevajî wê ye, ji ber ku tû werî, bi çek û îradeya xwe, kerameta xwe biparêzî, ev ne koçkirin û xwe ferzkirin e? Em dibêjin, were fêr bibe û bi keyfxweşî wekî lehiyê kes beşdarî YPG’ê dibin. Pêwîstiya YPG’ê bi kesê naxwazin beşdarî erkê parastina rewa bibin, tune ye. Lewra ev germbûna ligel, divê em giringiyekî taybet bidinê. Hevgirtin û xizmetkirina gel û nîştîman karê herî baş e.”
´Danustendin erênî ne´
Li ser mijara danustandinên li gel welatên ku dixwazin alîkarî bi Rojava bikin Salih Mûslim ev agahî dan: “Ev cara yekemîne Amerîka pirsa fikir, siyaset û projeyên me dike. Amerîka dixwest projeyên me yên ji bo navçe û Sûriyeya dahatû bizane. Berê pirsgirêkên Amerîka ligel me hebûn, lê dûr bûn. Ev cara yekeme Amerîka guhdariya me dike, êdî ev jî derfetekî baş e. Êdî em jî ji bo hemû cîhanê vekirîne. Em di wê baweriyê de ne em dikarin bi diyalog û danûstandinan tiştên giring ji bo gelê xwe bikin. Em dostaniyê ligel hemûyan dikin. Ji ber ku diyalog, danûstandin û guftûgoya li ser mijaran, me digihîne hev û wisa dke ku em ji hev fêm bikin û bibin dost. Ev civîn jî derfetekî baş bû, ji bo em û Amerîka hev nas bikin.
´Piştgiriya hikûmetê pîroz e´
Derbarê piştgiriya parlamentoya Herêma Kurdistanê ya ji bo rojavayê Kurdistanê jî Salih Mûslim wiha got: “Bê guman tiştekî pîroz e parlamentoyê bi xwe biryar dabe piştgiriya xweseriya demokratîk û berxwedana gelê rojavayê Kurdistanê bike. Di vê demê de ji bo me pir giring e. Ger heta niha tenê manewî be, lê ji bo me karekî giring e û em hêvîdarin encamên zêdetir derbikevin. Bi rastî pêwîstiya me bi tiştên wiha heye, em hêvîdarin piştgiriya wan a ji bo xweseriya demokratîk û gelê Rojava zêdetir be. Me dixwest 105 parlamenter deng bidin, nekû 79 kes. Civîn, xwepêşandan û piştgiriyên ji bo Rojava pîroz dikim. Ji ber ku em niha di rewşekî hestyar de ne, terorîstên DAIŞ’ê ji bo rihê me kurdan hatine avakirin. Bi taybet ji bo jinavbirina kurdan hatiye çêkirin. Dema êrişî Mûsilê kirin, kurd ji wir derxistin an jî serê wan jêkirin. Piştî êrişa Şengal û Mexmûrê, êrişî gelek cihên din ên kurdan kirin û niha jî êrişî Kobanê dikin. Niha nayê zanîn piştî Kobanê wê êrişî kîjan cihê Kurdistanê bikin.”
ROJ NEWS/DİHOK