Jina Êzîdî Nadiya Murad ku hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dîtin, doh çû gundê xwe Koço û gundê Solax ku çeteyên DAIŞ’ê dayika wê jî li wir qetil kiribû, ziyaret kir.
Nadiya Murad ku di 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû, doh çû serdana Şengalê.
Xwe negirt û giriya
Nadiya Murad destpêkê çû Kampa Serdeştê ya li ser Çiyayê Şengalê û malbatên li kampê ziyaret kirin. Nadiye piştre jî çû gundê Koço ku lê jidayik bûye û di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê komkujî pêk anîbûn.
Piştî gundê Koço Nadiya Murad û şandeya pê re derbasî gundê Solax bû û li gora komî ku dayîka wê ya ji aliyê çeteyan ve hatibû qetilkirin jî tê de ye, ziyaret kir. Li wir Nadiye Murad xwe negirt û giriya. Nadiya piştre jî derbasî bajaroka Sinûnê bû ji aliyê rayedar û gelê navçeyê ve hat pêşwazîkirin.
ŞENGAL/ROJNEWS