Nadya Mûrad yek ji wan keçên Êzidiyan e ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê û piştre ji destê çeteyên hov rizgar dibe. Niha jî weke balyozê niyetpakiya NeteweyênYekbûyî ye û jiyan û serpêhatiya xwe dike pirtûk û belav dike. Nadiye Mûrad di malpera xwe ya taybet ya Facebookê de diyar kir ku wê pirtûka wê bi 23 zimanên cîhanî di meha Tebaxa îsal de were belav kirin û got: “Ev pirtûk ji bo nasandina  komkujiya li ser Êzidiya li ser asta cihanê dikare bibe weke belgeyekê.” Her wiha Mûrad got: “Navê pirtûka min ‘Keça winda- The Last Girl’ e û ez têde qala girtina xwe û tekoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê  dikim.” Di dawî nivîsa xwe de Nadiye Mûrad armanca xwe wiha diyar dike: “Armanca vê pirtûkê gihandina çîroka Êzidiyan ya cihanê û alîkariya zêdetir ji bo Êzidiyan e.”

 Roja 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî ser Şengalê kir û ji 6 hezar zêdetir  jin û zarokên Êzidî revandin û bi hezaran welatiyên Êzidî ji qetilkirin. Nadiye Mûrad ji yek ji wan kesane ku ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê û piştre ji bi awayekî  xwe ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribû. Niha ji weke balyozê niyetpakiyê yê Neteweyên Yekbûyi tê nas kirin. 

n NAVENDA NÛÇEYAN