Ji ber hilbijartinên li Herêma Kurdistana Federal, Kongreya Netewî ya Kurd ji bo 25’ê Mijdarê hatibû taloqkirin. Tevî ku biryar bû 8’ê Cotmehê civînên komîteya amadekar dest pê bikin, lê 7’ê mehê endamê komîteyê hatin agehdarkirin ku wê civîn neyên lidarxistin. Ji bo wê jî ti sedemek nehat diyarkirin. Heta niha di vê derbarê de ti daxuyaniyek fermî derbarê sedema taloqkirina civînan de nehatiye dayîn. Biryar bû 21’ê cotmehê dûbare civîn dest pê bikin, lê ew jî çênebû. Endamên komîteyê jî dibêjin agehdariya wan ji wê yekê nîne ku civîn wê kengê dest pê bikin. Siyasetmedarê Kurd û parlamenterê parlamentoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman derbarê sedemên taloqkirin û lidarnexistina civînên komîteya amadekar de ji DÎHA’yê re axivî. Osman destnîşan kir ku şert û mercên lihevkombûna Kongreya Netewî ya Kurd nîne û ji ber vê yekê jî egerên lidarxistina kongreyê pir lewaz in. Li Rojava û Rojhilat pirsgirêk hene. Dîsa li vir û li bakûrê Kurdistanê pirsgirêk hene. Kongreya Neteweyî bi vî awayî di van şertan de nikare serbikeve. Ji ber li her derê pirsgirêk hene.”


Kongreya Netewî ya Kurdî nacive

Parlamenter Osman destnîşan kir ku sedema serekî ya necivîna Kongreya Neteweyî cûdahiya navbera dîtina dû partiyên serekî PKK û PDK’ê de ye û ne gengaze kongre di dema xwe de bicive. Osman bilêv kir ku hê parvekirina delege û gelek pirsgirêkên din hene û wiha pêdeçû: “Li gor dîtina min wê kongre were taloqkirin, lê ji bo Kurdan pêwîstî bi kongreyê heye û baş e. Heta kongre jî were lidarxistin, divê hewldan berdewam bikin.”

Taloqkirin bandoreke neyînî pêk tîne

Mehmûd Osman, bal kişand ser wê yekê ku taloqkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd wê di qada navneteweyî de bandorekî nerênî li Kurdan bike û wiha got: “Dîsa bila hê baştir amadekariyan bikin û ji bo serkeftina kongreyê baştire bê taloqkirin. Ger bi awayekî lezgîn kongre were lidarxistin û ger sernekeve, wê demê wê xirabtir be. Li gor min ger partî ji bo tifaqiya di nava xwe demê bidin û piştre kongreyê lidarbixin, wê hê baştir be.”

Îradeya Kurd lawaz nîşan dide

Siyasetmedar Kurd û parlamenterê parlamentoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman ji bo vekirina sînorê Rojava û Kurd bi awayekî hevpar tevlî Cenevre 2 bibin, ragihand ku divê PKK û PDK pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin. Osman da zanîn ku sekna parçe parçe ya li Rojava nebaşe û ev vîn (îrade) Kurdan li hemberî hêzên derve lewaz nîşan dide. Osman banga wê yekê kir ku partiyên Rojava di bin banê meclis an jî sêwanekê de kom bibin û hemû partiyên Kurdan ên li parçeyên din jî piştgiriya vê yekê bikin.

DÎHA/HEWLÊR




Sedema taloqê em nizanin

Ji ber hilbijartinên 21’ê Îlonê yên Herêma Federal a Kurdistanê civînên ji bo amadekariya Kongreya Netewî ya Kurdistanê hatin taloqkirin. Biryar bû civîn 8’ê cotmehê ji nû de dest pê bikira. Lê carek din hat taloqkirin.
Endamê Komîteya Amadekar ê KNK’ê û nûnerê Tevgera Goran Dr. Mihemed Hacî derbarê taloqkirin civînên KNK’ê de axivî. Hacî wiha got: “Despêka meha îlonê civînên ji bo amadekariya Kongreya Netewî ya Kurdistanê hatin paşde xistin. Biryar bû 8’ê Cotmehê dîsa civîn dest pê bikira. Lê em 7’ê Cotmehê hatin agehdarkirin ku civîn ji bo demekî nediyar hatiye paşdexistin. Di rastiya xwe de em heta niha jî sedema wê yekê nizanin û ne eşkere ye. Tişta em dizanin hemû endamên sekreteriya KNK’ê li vir amade nebûn, lê heta niha dema civînan nehatiye diyarkirin.”
Mihemed Hacî destnîşan kir ku ger kongre were lidarxistin, wê helwesta Kurdan di civaka navneteweyî de bihêztir bike û wiha pêdeçû: “Lidarxistina kongreya netewî ji bo pirsa Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê pirsekî giring e. Helwest û cihê Kurdan wê hem li Rojhilata Navîn û hem jî di civaka navneteweyî de bihêztir bike. Wê ev kongre ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî bibe hevdengî û yekhelwestiyek. Bi taybet jî îro li Rojavayê Kurdistanê şer û rewşekî awarte heye. Di heman demê de li bakûrê Kurdistanê jî di nava Kurd û dewleta Tirkiyê de pêvajoya aştiyê heye û em hêvîdarin ew jî bigihe encamekî baş û bi berhem be.”

‘Divê di dema xwe de were lidarxistin’
Nûnerê Tevgera Goran da zanîn ku ger kongre di dema xwe ya hatî diyarkirin de neyê lidarxistin tiştekî xirab e û wiha got: “  Ger dîtinên cûda di berjeweniyên hêz û aliyên siyasî de hebin, divê em hewl bidin wê yekê bixin aliyekê. Ji ber kongre ji bo Kurdan pirsekî giring e û em wekî Tevgera Goran giring dibînin ku bi awayekî cidî dest bi civînên amadekariya Kongreya Netewî bên kirin. Ji bo kongre di dema xwe ya hatî diyarkirin de were lidarxistin.”
 Hacî ragihand ku dibe bandora bûyerên li Rojava û nehevdengiya partiyên Kurdî li ser taloqkirina civînan hebe û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “ Divê çarenûsa Rojava di destê Kurdên rojavayê Kurdistanê de be. Tişta ji parçeyên din  jî tê xwestin ew e ku divê em piştgiriya wan bikin. Lê divê ev piştgiriya me ne destlêwerdan be. Diyare hemû partî û aliyên din ên siyasî ne xwediyê vê dîtinê ne. Li vir û li wê, destlêwerdan heye. Ev jî bûye sedem ku zerer û ziyanê bide rojavayê Kurdistanê. Ez venaşêrim cûdahî li her parçeyekî Kurdistanê wê dengvedanên nerênî li ser Rojava çêbike. Ger peywendî xirab bin, wê ev bandorekî nerênî li ser komîteya amadekar û lidarxistina kongreyê çêke. Berevajî jî ger peywendî baş bin û di nava aliyên siyasî de aramî hebe; bi baweriya min wê lidarxistina Kongreya Netewî hêsantir bibe.”

 NIHAT KAYA/MİHEMED TAHÎR - DÎHA/HEWLÊR