Niha ji bo her firîn û danînekî li herdu firokexaneyên navneteweyî yên Hewlêr û Silêmaniyê, divê kompanî destûra geştê ji dezegeha firokevaniya sivîl a Iraqê werbigrin. Rêveberê firokexaneya navneteweyî yê Silêmaniyê Tahir Ebdullah ji Rûdawê re ragihand ku ti deshilatekî Kurdistanê li ser asîmanê wê nîne û tenê Bexda li ser deshilate. Rêvebera firokexaneya navneteweyî ya Hewlêrê Telar Fayeq jî wê bêdeshilatiyê wekî pirsgirêkekî mezin datîne û dipirse: “Ger rojek Bexda dergehê asîmanê me bigre, em çi bikin?”
Li gor yasaya Iraqê ya jimare 148 a sala 1984an, firokexaneya navneteweyî ku wekî CAA hatiye naskirin, li Iraqê bi yasayekî kar tê kirin ku di heman salê de hat pejirandin. Ew yasa asîmanê Herêma Kurdistanê jî wekî beşekî asîmanê Iraqê datîne û di nav de deshilata reha daye Bexdayê. Ji ber heta niha ew yasa nehatiye sererastkirin, federaliya Iraqê li ser bejahiyê maye û negihaye asîman.
Parlamenterê Hevpeymaniya Kurdistanî yê parlamentoya Iraqê Şiwan Mihemed Teha di vê derbarê de diyar kir ku projeya sererastkirî ya wê yasayê ji bo parlamentoya Iraqê hatiye şadin û vegeriyaye; “Ji ber di nav de ti deshilatek nedaye Herêma Kurdistanê û pêwîstî bi sererastkirina wê heye.”
Li gor zanyariyên Rûdawê, salane 450 milyon dolar qezenca çûyîn û hatina asîmanê Herêma Kurdistanê diçe nav xezîneya Bexdayê. Rêvebera firokexaneya Hewlêr got: “Ji wî pereyê dînarek jî ji bo me nayê.” Rêvebera firokexaneya kiştûkalî ya Erbet û endama bordî firokevaniyê Newroz Ebdullah jî ji Rûdawê re ragihand ku sê sale ji bo sererastkirina wê yasayê lijneyek hatiye dirûstkirin, lê heman yasaye û nehatiye guhertin: “Nabe em ji bo her tevgerkirina firokeyekê pirs ji Bexdayê bikin yan hemû qezencê firokevaniya Herêma Kurdistanê bibin, dînarekê li firokexaneya vê derê û karmendên wê xerc nekin.”
Rêveberê giştî yê dezgeha firokevaniya sivîl a Iraqê Nasir Hûsên Bender, di bersiva metirsî û dilgiraniya rêveberên firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê de dibêje: “Daxwaza wergirtina hinek deshilatê asîman ne dirûste û wê tevlîheviyan çêke.” Li gor gotina navborî, divê deshilata asîman li seranserî Iraqê; “Tenê di destê hikûmeta navendî de be, bac û qezenc jî ji wê derê bê girtin. Ji ber eger bibe du deshilat, wê têkelî û tevlîhevî dirûst bibe.”
Wezîrê veguhestin û gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Conson Siyaweş di vî warî de rexne li wezareta veguhestin, gihandin û dezgeha firokevaniya Iraqê digre û dibêje: “Bexda dixwaze wekî çawa madeya 140, petrol û gazê kiriye pirsgirekek siyasî û giring, bi heman awayî meseleya firokevaniya sivîl û dezgeha firokevaniyê jî bike pirsgirêkekî giring.”
HEWLÊR