CÎHAD HEWRAMÎ

ROJNEWS/HELEBCE

Çalakvan û rojnamevanên bajarê Helebceyê diyar kirin ku divê gel zextê li hikûmet û parlamentê bike da ku helwêstê li dijî dagirkeriya Tirk nîşan bidin.

Gelê Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê nerazî û bi fikar e. Ji bo vê jî di her fersendê de bang li hikûmeta herêmê dike ku helwêsteke cidî û fermî nîşan bide.

Çalakvanê medenî, Herdî Hadî diyar kir ku ji ber berjewendiyên hikûmeta Iraqê û ya Başûr li gel Tirkiyeyê heye ji lewma dewleta Tirk dikare bi rehetî esker, tank û topên xwe derbasî nava xaka Başûr bike û dest bi dagirkeriyê bike.

Dengê xwe bilind bikin

Hadî her wiha got, parçebûn û nakokiyên di navbera partiyên Kurd de jî fersendê didin Tirkiyeyê ku xaka Başûr dagir bike û wiha axivî, “Nakokiyên di navbera partiyên Başûr û bi taybet jî PDK û YNK´ê de rê daye ku dijminên gelê Kurd bi hêsanî xaka Başûrê Kurdistanê dagir bikin.

Rojnamevana Helebceyî, Rengîn Selam jî diyar kir ku sînorê Başûrê Kurdistanê bi temamî ji dagirkirinê re vekirî hatiye hiştin. Dewleta Tirk bi rêya eskerî, Îran jî bi rêya qutkirina avê dagirkeriyê dike. Ev jî metirsiyeke mezin e li ser jiyana welatiyên Başûrê Kurdistanê.

Rengîn bang li gelê Başûr kir ku dengê xwe li dijî dagirkeriyê bilind bikin û bi vî awayî zextê li parlamen û hikûmeta herêmê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Pêwîst e parlamen li dijî dagirkeriya Tirk bicive û biryarên cidî di vê derbarê de bide û biryarên xwe jî pêk bîne.”