Heta niha niyeta vê yekitiyê tam aşkere nebûye, lê belê Wezîra Enformasyonê ya Behriyenê Semîre Receb ragihand ku dibe ew modeleya Yekitiya Ewropayê mînak bigirin.
Serokatiya civîna ku li Riyad hat lidarxistin, Qiralê Erebîstana Siûdî Abdullah dike. Beriya wê civînê hin civînên destpêkê hatin kirin. Di nava pêşniyaran de yekbûna Behriyen û Erebîstana Siûdî ku bihêztirîn welatê Konseyê ye heye.
Behriyen ji aliyê qiraliyeteke Sunî ve tê birêveberirin û ji meha adarê ve bi xwepêşandanên bi daxwaza demokratîkbûnê yên ji aliyê şêniya zêde ya Şiîyan ve tên lidarxisitn re rû bi rû ye. Li gorî Rêxistina Efûya Navneteweyî (Ai- Amnesty International) di xwepêşandanên par li Behriyenê hatin lidarxistin de 60 sivîl ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.
Di encama xwepêşadnanên bi salan in didomin de bi sedan kes hatin binçavkirin û gelek mirov li rastî îşkenceyê hatin û ji aliyê dadgehên leşkerî ve hatin darizandin. 4 hezar Beyriyenî bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûne ji kar hatin avêtin.
Xwepêşandanên li paytext Manamayê hatin lidarxistin, bi alîkariya hêzên ewlekariyê yên Siûdî û welatên din ên Kendavê hatin belavkirin. Balkêşe ku ev civîn di demeke wiha de pêk hat ku guhertinên mezin li Rojhilata Navîn pêk tên û krîza di navbera Îmarata erebî û Îranê de jî mezin dibe. Krîza di navbera herdu welatan de bi serdana serokê Îranê Mehmûd Ahmedînijad a giravên bi nakok dest pê kir.
Di vê dema ku navê bihara erebî lê tê kirin û sereratkirinên nû tên kirin de, mêzêna hêzên herêmê j îpê re tê guhertin. Îranê dibîne ku kembera li hemberî wê teng dibe bi taybetî jî piştî hewldanên guhertina rejîma Şamê û nakokiyên bi rêveberiya Enqerê re. Îran li hemberî êrîşeke muhtemel a li dijî welatê wê, tevdîrên xwe distîne û di êrîşên muhtemel ên ji welatê Kendavê jî giringiya wan giravên cihê nakokiyê heye. Lewre jî Îranê biryar daye ku leşkerên xwe li wan giravan bicih bike. Vê yekê hişte ku welatên Kendavê jî bikevin nava tevgerê û li hember gefên Îranê Yekitiya xwe aza bikin û xwe bi çek bikin.
RIYAD