Di vê serdema bobelata Korona Vîrûsê de yek ji babetên ku herî zêde di navenda gotûbêj û niqaşê de ye, babeta pergala rêveberiya civakî ye. Bivênevê li ser rûyê zemînê qeyranek heye. Hind kes vêna weke şerekî jî bi nav dikin û weke şerê mirovahiyê yê li dijî vîrûsê pênase dikin.
Hind kes jî vêna weke liberxwedana xwezayê ya li dijî êriş û têkbirina mirovan jî bi nav dikin. Bi herhalî û misoger e ku eger mirovahî bikare xwe ji destê vê êrişkarê rizgar bike jî, wê pergala cîhanê ne weke ya berê be. Vîrûs her çiqas herî zêde bûbe sedemê mirina kal, pîr û hejaran jî, bêguman bêvila serdestên cîhanê jî di erdê re xiriqand.
Gelek alî û deverên ku di rih û giyanî de sosyalîst bûn, lê ji ber êrişa piralî ya pergalên serdest yên li ser hizra sosyalîzmê bi awayekî şermînî sosyalîstiya xwe dinihirandin, niha êdî bi dengekî bilind dibêjin: “Tekane riya çarseriyê komûnîzm e.” Helbet sedemên wê jî yek bi yek datînin holê. Rojnamevan Arzu Demîr di quncika xwe ya di rojnameya me de bi ser navê ‘Yan Komunîzm an jî tinebûn’ nivîsiye. Demîr bi gotina pêşenga navdar a komûnîst Rosa Luxsemburg ku gotibû: “Yan hovîtî yan sosyalîzm” jî îddîaya xwe palpişt dike.
Demîr dibêje li hemberî vîrûsa koronayê helwêstên dewletên kapîtalîst li holê ne, ne tenê dewlet, her wisa ‘welatiyên’ ku qaşo afirandine jî diyar e.
Belê dewletên kapîtalîst ku herî kêm 5-6 sal in der barê vê sawdariyê de hatibûn hişyarkirin, bi awayekî zaneyî siyaseta ‘raweste û bibîne’ bi rê ve birin. Helbet bi awayekî zelalî nayê zanîn. Dibe ku li benda têkçûn û rûxandina aboriya Çînê bûn, dibe ku dek û dolabên din di nav de hebin. Lê bi awayekî fermî Înstîtûta Koch a Elmanya rapora ku berî çend salan kite bi kite û bi berfirehî amade kiribû û pêşkêşî hikûmeta Elman kiribû careke din eşkere kir. Li gel vê rastiyê jî ti dewlet û hikûmet nikare bibêje ku haya wan jê nebûye. Weke tê zanîn bi dehan caran jî eşkere bû ku Amerîka guhdariya piraniya dewletan dike û polîtîkayên wan yên veşartî jî ji nêz ve dişopîne.
Niha li Îtalyayê li gorî temen û rewşa tenduristiyê mirovan ji mirinê re amde dikin. Ango ew kesên ku di tevahiya jiyana xwe de xebitîne, pare dane dewletê û malnişîn bûne. Niha dewlet ji wan re dibêje: “Mixabin, divêt hûn beriya yên din bimirin!” Li aliyê din bi milyaran kesên li cîhanê derman deyne alîkî nikarin sabûnê bikirin hene, sabûn deyne alîkî nikarin avê peyda bikin. Ev kapîtalîzm e û li dijî vê vîrûsê jî bi ti awayî wekhevî nîne. Wê demê kesên bi komunîzmê bawer in dengê xwe li dijî vê bê edaletiyê bilind dikin.
Li aliyê din xwîşk û birayên me yên ku xwe weke neteweperwer jî dihesibînin, lê li hemberî amborgoya PDKê ya ku ev gihiştiye salek a li ser Wargeha Mexmûrê jî bêdeng in. Gava ev babet tê holê yekser nerazî dibin û dibêjin: “Wey we ji vê vîrûsê jî pevçûneke îdeolojîk derxist.” Heyran ne em derdixin, ew gelê ku hûn xwe weke parçeyek ji wî jî dihesibînin, wê di encama vê vîrûsê de li Mexmûrê kokbir bibe. Nan nîne, av nîne, derman nîne, derketin û ketin jî qedexe ye. Ka wekhevî, ka neteweyî, kanê xwîşk û biratî? Heta niha bi qasî çivîkek jî be deng ji we derketiye?
Li ser babeta vîrûsê Dr. Bedirxan Sindî hêlwêstek belav kiriye. Ew hêlwêst pir li bejn û bala vê serdemê ya Kurdistanê tê. Wiha dibêje hêja Sindî: “Vîrûsa Korona minê zanî tu li nav dewletan digerî. Dewlet ji bo dewletê diçî bi mêvanî. Mîrê vîrûsan Korona paşa. Hez dikim zanyerîyek bidim ji bo cenabê te. Em Kurd ne dewlet în, da bizanî. Mêvaniya te ya bi fehm pir rêzdar e, welê ji me negire. Tu li ser serê me, li ser çavên me bêyî. Welê em ne hêjayêt hindê ne. Em ne dewlet în, erê em ne dewlet în. Em çû nînin, bawer bike. Çû nînin. Mane tu bi hemû zimanan dizanî. Pirsyar bike ka em dewlet în, em çû nînin.
Paşayo xwe bi me ve newestîne. Tu ji çare û dermanan bihêztir î. Derman li cihê me karê siyasetmedaran e. Warê me ne hêjayê silava te ye, em hêşta çû nînin. Ne me text e ne me tac e. Taca te ya zêrîn bi qeyd û bi mercan e. Em ne civak û ne komelgeh în. Em hinde zarok în, bê mak în. Ne em ne civak în. Me çû nîne, ji xwe pênase jî me nîne. Em ecêbahî ne. Nîvek dixwe û nîvek jî birsî ne. Nîvek me diz e û nîvek me jî xulamên dizî ne. Dûr bikeve xwe bi me ve newestî ne. Em ne wek çû kesî ne.’
Ne pêkan e mirov vê feryada ji dilê rewşenbîrekî Kurd jinedîve bê û guhên xwe lê bigire:‘Hindek ji me diz in û hindek ji me jî xulamên dizî ne.’ Nalînên Berdirxan Sindî û Korona

Ne pêkan e mirov vê feryada ji dilê rewşenbîrekî Kurd jinedîve bê û guhên xwe lê bigire:‘Hindek ji me diz in û hindek ji me jî xulamên dizî ne.’