Name romantîzm û bayê evîna demekê, dilopek ava tefandina êşa dilê dildar û dayîkan bû. Nameyên xêrê hene, nameyên agahiyan hene, yên hesretê hene û mixabin ku yên bêbextên ku ji bo vexwewndina îxanetê jî hene. Yavûz fermanameyeke fêlbazî wek nameyekê ji Şêyx Îdrîsî Betlîsî yê oldar û mîrê demî re dişîne, di heman demê de li ser kaniya li Mûşê fermana dijminahiya kurdan dide nivisandin. Di wê demê de bi alîkariya vê nameyê hemû hewldanên serkarî û yekitiyeke kurd di bin cûre navên xapînok de tên fetisandin.
AKP-RTE rasterast projeyeke dewleta dagirker e. Ev proje çiqas berhema NATO û serkarê wê ye em wê ji gûman û nirxandinên polîtologan re bihêlin. Bila nameyên wan vê zelal bike. Ev konsepta AKP di civîna MGK (Korî ewlekariya netewî) ya 30 cotmeh 2014 an de bi konsepteke din a xiniz hate nûkirin û xurtkirin. Mirov dikane bibêje; di vê civînê de qaşo di bin navê „xistina çogan“ de biryara têkbirina Tevgera Azadî hate girtin. Dibe Al Anfal a Saddam jî wek mînak hatibe girtin.
Niha baş zelal dibe ku li gor vê konseptê ji bo xapandina bala giştî ya cihanê balafirgeha Încirlîkê ji balafirên koalisyonê re hate vekirin. Ji bo bêdengkirina Ewropayê jî projeya pênaberan hate organîzekirin. Yekitiya partiyên dewletê afirandin, dengên derûdorên demoqrat birîn, bi giştî kontrola çapemeniya tirk pêkanîn. Bi xwe ve girêdan û bikaranîna kes kom, sazî û partiyên nijadkurd jî rasterast biryareke vê konseptê ye.
Nameya ji bo YNKê
Parlamenterê YNK Ala Talabanî di rûpela xwe ya facebookê de radigîhîne ku dewleta tirk (serkariya AKP) nameyekê ji YNKê re jî şandiye û ji wan daxwaz kiriye ku ew di şerê li dij PKKeyê de bibin alîkarê wan û bi wan re bixebitin. Nameyeke vexwendina îxanetê. Nameyeke hewldanên derxistina xwekujiyê, nameyeke bêbextiyê.
Di vê mijara nameyê de tişte herî girîng ev e: Ev tê wê wateyê ku serkariya AKPê di mijara şerê li dij PKKê de bi hemû kes, kom, sazî û partiyên nijadkurd re ketine têkiliyê û hemû bi xwe ve girêdane. Yên ku li Tirkiyê gotinên mezin dikin, serbest digerin, di ekranan de diqaqibînin, li hemberên wan tu çalakiyeke dewleta dagirker tune, heta di nava şerê li Amedê de 6 partî 7 partî tên ba hev û bê pirsgirêkekê konferensan li dar dixin. Ango ev tevgera serbestî hunera nameyên yan jî rasterast têkilî danînên wiha ne. Ez di wê baweriyê de me ku van derdorên nijadkurd rû bi rû ev vexwendin girtine, bê him û cim soz dane, di her warî de bi dewleta tirk a dagirker re dixebitin. Ji xwe di nivis û helwestên wan de jî ev bi zelalî xuya dike.
Kesê ku çapemeniya nezê PDK wek Rûdaw teqîb kiribe, nivisên qaşo kolomnîstên wek Rêbwar Kerîm Welî xwendibin, bi zelalî dîtine ku ew rikeberiya tevgera bakur tev de hewldanên vê konseptê ne. Têkiliyên PDK û serkariya dagirkerên tirk AKP/RTE, helwesta wan a dijminane ya li dij Rojava û xeta PKKê, bi hêla rayedarên PDK ve wergirtina tewanên RTE / AKPê yên navnetewî, mijara leşkerên li Beşîkayê bê kêmasî nîşan didin ku ew çendî di nava vê konseptê de ne û çendî li gor wê nameya îxanetê tevdigerin.
Çawa tê dîtin, nameyan hê wateya xwe wenda nekirine, rengê romantîzmeke nepenî wergirtine, dikane bibin mijara romanên ser sîxwirî û îxanetê. Name dikanin bibin peymanên îxanet û xwekujiyê jî. Nameyên bêbext di heman demê de dikane bibe best û peyta rewşenbîrên(!) di nava toza ajaniya potansiyel de jî. Ku name ji Enqerê û bi dîn û îmanê sentêza tirk-îslam be, dikane bibe jehra îxanetê.