Hevserokê Komeleya Şêwirmendiyê û Hiqûqa Demokratîk a Malbatên Girtiyan a Sêrtê (TUHAD-DER) Hekîm Ekîncî, zext û zordariya di demên dawî de li dijî dîlên azadiyê zêde bûne parvekirin.
Ekîncî aşkera kir ku berî 3 mehan biryar hatibû girtin ku Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ji ber ku zemîna wê hilweşiya ye divê bê hilweşandin, lê hêj tu hewldan derneketiye pêş û girtîgeh li dijî erdhejê ne bi hêz e. Ekîncî bi lêv kir ku berî demekî girtiyan xwestiye ku qaxûşên wan bên temîrkirin, lê îdareya girtîgehê bi gotinên “Zêde mesrefê dernexin, aborî tune” daxwaza girtiyan red kiriye. Ekîncî da zanîn ku ji derveyî nexweşiyên giran, gelek girtiyên ku nexweşiyên wanên sivik hene ji hêla girtîgehê ve nayên tedawîkirin û wiha got: “Hin girtî dema sewqa xwe dixwazin 20 rojan sewqa wan nayê kirin. Li dijî girtiyên li girtîgehên wekî Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê û Girtîgeha Tîpa M ya Bandirmayê di demê dawî de zext gelekî zêde bûne. Ji ber ku girtiyan bi Kurdî name nivîsî ne ji hêla îdareya girtîgehê ve bi îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê kirine’ cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn. Ev pêkanîn bi taybetî li Girtîgeha Şakranê xistine meryetê.”