Nameya eşkere ji Nêçîrvan Barzanî re - BEDRAN PENABER
Merhaba Kek Nêçîrvan! Bi hêvî me ku tenduristiyacenabê te baş be!
Ez weke erkek niştimanperwerî vê nameya ku pêwîst were nivîsandin pêşkêşî cenabê te dikim, lê xwezî ev gotinên min weke şîret neyên fêmkirin; tu serokê herêma beşeke welatê me yî. Rêzeke taybet ji bo te û erka te ya pîroz heye. Û vê jî bibêjim: Min nedixwest nameya xwe vekirî binivîsim, lê wekî din min nekarî bigihînim cenabê te, birêz serok.
Wek ku cenabê te jî baş dizane, Kurd û Kurdistan bi êrişeke bê eman, bê dîn û bê îman re rû bi rû ye. Herçend e ku roja azadiya welatiyên Welatê Rojê, Kurdistana dilan ji aliyekî ve nêzîk bûye jî lê neyarên me, neyarên Kurdan, li her çar aliyan bi tifaqên veşartî gora Kurd û Kurdistanê dikolin. Serkêşiya vê neyartiya li hember Kurdan jî, ne tenê îro, mixabin ji avabûna xwe ve Komara Tirkiyê neyartiyê bi me Kurdan re dikin. Û me bera hev didin. Her ji ber wê ye ku bav û kalên me jê re gotine "Roma Reş" îca, ev çêlikên Roma Reş bela xwe ji me venakin.
Lê nizanim çima cenabê te vê neyartiya "Roma Reş" nabîne, birêz serok!?
Dinya hemû, heta Trump, Emerîka, Rûsya, Ewrûpa, Yekîtiya Welatên Ereban dibêjin, Tirkiye şerê Kurdan dike, dijminê Kurdan e. Lê mixabin cenabê te bi tenê dibêje: Na; Tirkiye ne şerê Kurdan, şerê PKK´ê dike. Maneya vê çi ye birêz serok? Ji sedî sed dizanim, Kek Nêçîrvan, niha Serok Mesûd Barzanî jî hemû PDK jî ji van gotinên cenabê te aciz bûye. Xwezî te wisa negotiba birêz Serok, Kurd hemû bi van gotinên te şok bûn. Xwezî careke din cenabê te daxuyaniyek daba û ev gotin sererast kiribana.
Kurd li warê xwe ne, ma çi kirine ji Tirkan! Dinya hemû bi laşên zarokên şewitandî yên Serêkaniyê dinale, cenabê te hîna behsa dilovaniya Tirkan dike birêz Serok!
Vêca ji te re bibêjim, Kek Nêçîrvan, xwezî ne wisa bûya, lê ev bêbavên Tirkan dermanê xwe yê jiyanê di kuştina me Kurdan de dibînin. Naxwe na, ma me Kurdan çi ji wan û bavê wan bê nan û xwêyan kiriye! Ma di şerê avabûna komara wan de hindik xortên Kurdan canê xwe kirine qurban, ji bo avakirina komarê bi sozên derew ên Mistefa Kemal û Paşayê Kerr ku wê welatekî hevpar ava kiribana, lê piştî komarê ma ne li bîra te ye Kek Nêçîrvan, çi ferman anîn serê Kurdan. Digotin: "Lêxin lawo lêxin ev kafir lawên kafiran in!"
Bi rastî dema min bi dilgermî, di weşana zindî de guhdarî axaftinên cenabê te dikir, ez li bendê bûm ku tu behsa yekîtiya neteweyî, berbihevveanîna mala Kurdan bikî. Ez li bendê bûm ku herî kêm tu bibêjî, divê ev şer bisekine, êdî zarokên Kurdan neyên kuştin. Ji ber ku îro cenabê te bi awayekî fermî serokê Kudan e, çavê Kurdan li gotina te ye. Rast e nava mala Kurdan ne li hev e, ew jî bêsiûdiyeke me ye. Lê çi dibe bila bibe, ku kêmasî hebin jî divê em kêmasiyên birayê xwe nedin destê dijminê xwe. Ma ne pêşiyên me gotine "Dijminê bavan nabin dostê kuran." Îro cenabê te tiştên baş jî gotin. Nabe tiştên baş ên di axaftina te de nebêjim; pir kêfxweş bûm dema te gotî: "Ez bi General Mezlûm re daxivim, em tim bi hev re di peywendiyan de ne ji bo çareseriya van pirsgirêkan…" Bi rastî Kek Nêçîrvan, van gotinên te bi qasî dinyayekê kêfa min xweş kir. Lê, ew gotinên pêşiya wê we bi peyva "belam bedaxewe" destpêkirin û te gotin, bi rastî ez ji ruhê xwe aciz kirim, dema te gotî: "sedema vê êrişa dewleta Tirk ne Kurd in, PKK ye..."
Ê Baş e Kek Nêçîrvan: Ma Bedirxan Begê Mîrê Botanê PKK Bû? Ma Şêx Seîd PKK Bû? Ma Seyîd Riza PKK Bû? Ma Zarokên Geliyê Zîlanê di şikeftan de beton rijandin ser wan PKK bûn? Ma Zarîfe Xanım û Elîşêr PKK bûn? Ma Bapîrê te rehma Xwedê sed carî lê be, Şêx Abdullselam Barzaniyê Rehmetî jî PKK bû ku di 14´ê Berfanbara 1914'an de li Mûsilê bi dar ve kirin…? Ma Referanduma Kurdistanê jî PKK bû Kek Nêçîrvanê? Ma em ê ji bîr bikin dema Erdogan ji gelê me yê Başûr re digot, "Ger hûn tiştekî wisa bikin, ez ê deriyan bigirim, we ji birçînan bikujim."
Bila partiyên me yên cuda hebin. PKK, PDK, YNK, Gorran, HDK, KOMELA… Hemû partiyên me ne. Dibe hizrên wan ên cuda hebin, lê li beramberî neyaran ne tenê em dixwazin; erkê wan e ku hemû yekdil û yekcan bin.
Her di dawiyê de jî silav û rêzên xwe pêşkêşî cenabê te dikim, bi hêvî me ji niha û pê ve dema cenabê te daxuyaniyan dide, hestên me birîndar neke Kek Nêçîrvan ê birêz.
Serketinê ji cenabê te û erka te yê pîroz re dixwazim.
* Mamosteyê beşa wêjeyê li Zanîngeha Rojava.