Ji 5 rûpelan pêk tê
Nameya yekemîn ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1’ê adarê de ji aliyê heyeta BDP û KCD’ê ve radestî rêveberiya KCK’ê hatibû kirin. Nameya ku ji 20 rûpelî pêk dihat ji aliyê Rêveberiya KCK’ê ve hat nirxandin û nameya xweya wek bersiv di 13’ê adarê de ji Rêberê Gelê Kurd re şandibû. Rêberê Gelê Kurd nêrînên Qendîl, Ewropa û BDP’ê girtibû, di Newroza Amedê ya Dîrokî de peyamek dîrok da. Piştî Peyamê nêrînên hemû aliyên gel û parçeyên Kurdistanê û giritbû û di 23’yê adarê de KCK’ê agirbest îlan kir. Rêveberiya KCK’ê di 5’ê nîsanê de nameya duyemîn girt û di 8’ê nîsanê de namehya ji 6 rûpelî pêk dihat bi riya Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureya Onder careke din ji Rêberê Gelê Kurd re şandibû.
Pêvajoya ku ji aliyê hemû cîhanê ve bi awayekî baldarî tê şopandin, piştî ku sêyemîn nameya ji 5 rûpelî pêk dihat, gihişt destê KCK’ê, KCK’ê bi daxuyaniyekî aşkera kir ku nameya Rêberê wan gihiştiye wan.
Daxuyaniya Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya ku gihişt ber destê ANF’ê wiha ye: “Di 14’ê Nîsanê de heyeta BDP’ê ya ku bi serokatiya me re hevdîtin kirin, nameya Serokatiya me dabû gihandin ber destê me. Nameya ku ji bo pêvajoyê gelek girînge dê ji aliyê me ve di demek kurt de bi daxuyaniyek çapemeniyê bê nirxandin.”
ANF/BEHDÎNAN