Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê û Berdevkê şanda Muzakereyê Sirri Sureyya Onder, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Leyla Zana, Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç, ji bo peyama Ocalan ragihînîn, çûn Hewlêrê. Onder çûna heyetê nirxand û hewldanên heya niha ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê hatin kirin bibîrxistin: "Ev dibe ku me bibe hevdîtina dawî ya berî Konferansê. Ji ber vê yêkê ji her demê zêdetir em nêzî konferansê ne." Onder got, rêxistinên kurdan jî girîngiya konferansa neteweyî û tifaqa kurdan dizanin.
Şande wê têkildarî Kongreya Neteweyî û bûyerên li herêmê hevdîtinan pêk bîne, wê bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û endamên Dîwanan Serokatiya Parlamentoyê re jî bên gel hev.
Li gorî agahiyan wê hevdîtinên şandê hefteyek berdewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN