
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê nûçeya ku Rojnameya The Guardîan derbarê wî de weşand nameyek nivîsand. Nameya Ocalan di rojnameyê de hat weşandin. Rêberê gelê Kurd di nameyê de bersiv dide îdiayên rojnameyê yên derbarê tekoşîna Kurd de. Rojnameya Guardîan nameya Ocalan ku ji girtîgehê şandî di kuncikê rojnameyê de weşand. Ocalan di nameya xwe de diyar kir ku rojnameya Guardîan di roja 5'ê Qanûna 2013'an de bi boneya mirina Rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela nivisek weşandiye û di wê nivisê de li hemberî wî û rastiyên têkoşîna azadiya gelê kurd nêheqî hatiye kirin.
Tekoşîna azadiyê
Ocalan anî ziman ku têgeha "Kesê ku jê tê xofkirin û perestin" têkoşîna li hemberî koledariyê, komkujiyan û polîtîkayên înkar kirinê ye. Ocalan, da zanîn ku ev di heman demê de helwestek li hemberî kesên neçarin ji xwe bawer bikin. Ocalan diyar kir ku 14 sale di giravekî de di hucreyek de tê girtin û wiha got: "Dibe ku ji bo kesên ku ez li vir girti me ez bibim xof, lê ji bo mirovan gelek zehmete ku ez bibim çavkaniya xofê baweriya kesî bi vê yekê nayê.
Kurdan biçûk dibînin
Ocalan diyar kir ku wek kesek ku nûneriya vîna 40 mîlyon kurdî dike xwe dibîne û ji bo ku pirsgirêka kurd bi awayek demokratîk û aştiyane çareserbike hewldide û ji wan hewldanan jî bawerdike û got, rojnameya Guardîanê bi têgeha ku bi kar aniye têkoşîna gelê kurd an 40 salî biçûk dîtiye, ji nakokiyan zêdetir di navbera wî û Mandela de gelek aliyên dişibin hev hene. Ocalan diyar kir ku gelê Afrîkaya Başûr ji dilve bawerî bi girêdayîna Mandela ya Aştiyê dianîn û Nelson Mandelayê ku jiyana xwe ji destda bi vê wesfê, rêveberiya rejîma nijadperest rûxand. Ocalan diyar kir ku di diyarkirina dahatuya tevgera gel de diyardeya bazar û têkoşînê pêvajoyek girînge û got, divê pêvajoyê de rêberê ku jê tê xofkirin ne rêberê ku baweriya gel bi bedestxistî dikare rê bide ber gel û gel rêvebibe.
Guardîan çi nivisandibû?
Rojnameya The Guardîan di 5'ê Qanûna 2013'an de 3 rêberên cuda yên ku ceribandina wan a girtîgehê heye girtibû dest û bi Nelson Mandela yê ku 27 sal di girtîgehê de ma û li hemberî rejîma faşîst an Afrîkaya Başûr têkoşiya re berhevkir. Rojnameya Guardinê rêberên wek Nehru, Aung Sang Suu Kyî û Abdullah Ocalan girtibû dest. Rojnameyê di beşa girêdayî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya gotarê de Ocalan wekî serokekî tarîkatek nîşandabû û îdia kiriku ku ev aliyên wî naşibin yên Mandela. Rojnameyê Ocalan wek "Kesê ku jê tê xofkirin û perestin"; Mandela jî wek "kesek ku rêzdar tê dîtin û tê heskirin" nîşandabû.
NAVENDA NÛÇEYAN