
Rayedarên hikûmetê her roj dibêjin wan qedexeyên li ser Kurdî rakirin. Lê li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê qedexeya li ser Kurdî berdewam dike. Li Stenbolê di operasyona cotmeha sala 2011'an de ya bi navê "KCK'ê" de Kemel Seven bi hinceta li Akademiya Siyasetê ya BDP'ê dersên Kurdî dan hatin binçavkiirn û pişt re hate girtin. Seven nameyên li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê bi Kurdî nivîsandin û şandin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta "Ji bilî Tirkî bi zimanekî din hatin nivîsîn û ji ber vê yekê ji kesê eleqeder re bên şandin guncav nehate dîtin" neşandin.
Baweriya 'Kurdî ne guncaw e'
Di biryarên 8 nameyên Seven ên Kurdî yên ji aliyê Lijneya Dîsîplînê ya 2'yemîn Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê de wiha gotin: "Name ji aliyê lijneya me ve hate lêkolînkirin. Nameya Kemal Seven şandî li bilî Tirkî bi zimanekî din hati nivîsîn û ji ber vê yekê baweriya ji bo kesê eleqeder re bê şandin guncav nehate dîtin. Li gorî madeyê 123'an ê rêziknameya derbarê Înfaza Tedbîrên Ewlehî û Cezayan nameyan dê bişîne careke din ji girtî re paşve bê şandin." Seven li hemberî biryarê serî li Dadgeriya Înfazê ya Sîlîvîriyê da lê dadgehê ji li gorî girtîgehê biryar da.
Qedexe ji DMME'ê vegeriya bû
Li Girtîgeha Sîlîvîriyê qedexeya Kurdî hêj berdewam dike. Lê li girtîgehên Tekîrdag û Boluyê 10 girtiyan di sala 2008'an de ji ber nameyên bi Kurdî nivîsîn nehatin şandin serî li DMME'ê dabûn. DMME'yê li gorî madeya "Madeya 8'an a têkildarî hûmreta li hemberî jiyana taybet û malbatê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kir" 2 hezar Ewro cezayê pere da Tirkiyeyê. Parêzer Ramazan Demîr diyar kir ku ligel biryarên DMME'yê hêj qedexeya nameyên Kurdî binpêkirina mafê mirovan e. Demîr, anî ziman ku qedexeya li hemberî nameyên Seven pêk tê dê bibe Dadgeha Makezagonê û wiha got: "Serokwezîr di hemû axaftinên xwe de dibêje di dema hikûmeta wî de li girtîgehan qedexeya li hemberî axaftina Kurdî hatiya rakirin. Lê gotinên Serokwezîr û pêkanînên saziyên girêdayî serokwezîr li hev yek nayên. Her çiqas bêjin Kurdî serbeste lê burokrasî li hemberî Kurdî berxwedide. Têkildarî nameyên Kurdî de ligel DMME'yê biryara tazmînatê de dîsa jî li Girtîgeha Sîlîvîriyê nameyên Kurdî qedexe ne."
DÎHA/STENBOL