Di serdema Şerê 2’emîn ê Cîhanê de Jean Genet, -ku li hemû cîhanê weke wêjegereke xurt, hunermendeke serbilind, feylesofeke kûrr û zanyar, a herî balkeş jî sûckareke mezin tê nasîn- hîn di girtigehê de bû. Jixwe Genet, zêdetirîn jiyana xwe li girtigehê derbas kiribû. Ew dem dema şer, dema xerabiya civakên Ewropa bû û wê deme birçîtî, sûc, qirêjî, ehlaqe têkcuyî û tevahî genîtî, bi her awayî rizîna civak li her derê dinyayê, taybet jî li Ewropa, têr û tijî li erdê dirijiya.
Rewşa civak û însanên Ewrûpa ya wê deme, bi analîzen balkêş min ji Genet xwend. Û di nav nivîskarên herî bi nav û deng de tu kesek nikarîbû rewşa wê xirabiya mirovahiyê qasî Genet bi awayekî xurt, zelal, xweşiktirîn û wêjeyî binivîsîne. Dema ku min dest bi xwendina pirtûkên Jean Genet kiribû, min digot qey heya naha min tu pirtûk û nivîsên ewqas wêjeyî ya bi namûs nexwendiye. Ewqas ku Genet her tim qala ‘bênamûstiyê’ dikir.
Di pirtûk û romanên Genet de, bi awayekî wêjeyî û bi nivîsên xweşiktirîn ve nêrîneke xurt hatibû hilberandin. Li gorî vê nêrînê, kar û barên ku ji hêla civaka bi rizîn ve wekî sûc tê hesibandin, ew kar û bar di rastiya xwe de nirxekî baş e. Helwest û sekneke himberderketina civakeke wisa, bi serê xwe nirxekî birûmet e. Ew himberderketin, berdêla wê çi dibe bila bibe, pêwist e... Hewcetiyeke dîrokî ye...
Genet, di zaroktiya xwe de wek ‘zarokên kuçeyan’ jiya bû. Sîstema Ewropa jixwe têkçûbû. Genet jî weke însaneke sûckar dijiya  û her çi tevger sûc dihesibandin di nav wan şixûlan de tevdigeriya. Heyanî dawiya emrê xwe jî tu car ji pîvanên xwe ya ‘sûcê’ nezîvirî.
Xeynî Jean Poul Sartre û Andre Gide–ku herdu ji aliyê zanyariyê de namûsên sedsala 20’emîn bûn- tu kesek xwedî li Jean Genet derneketin. Genet jî wek jîrek û jêhatiyeke sedsalê, carêk tê ser rûyê dinyayê, li girtîgehan, di bin îşkence û tecawîzan de li ber xwe da, jiya û nivîsî. Di nivîsên xwe de rexneyên herî xurt li faşîstên Ewropa û li ser desthilatdarên sîstemên wan dikirn. Têgehên ‘namûs’ û ‘bênamûsî’ yek car ji destê neyaran girt û durûtiyên serdestan bi awayekî zelal raxist ber çavên gel û civakên hemû cihanê...
Niha sîstemê Tirkiyeyê ya di rewacê de jî li gorî Ewropaya wê demê ne baştir e. Hê xerabtir e. Ji ber wê jî niha zarokên Kurd, ya ku li ber şîdeta dewleta Tirk li berxwe dane di girtîgehan de ne. Şîdeta herî qirêj li ser zarokên Kurd tê neritandin. Ew zarok ku her yek ji wan Genet ên gelên Kurd in... Her yek Prometeus ên Kurdistan in. Her yek rojên pêşîn de wê bibin zanyarek, nivîskarek, şoreşgerek û bênamûstiyên vê sîstema qirêj ser û bino bikin. Ew zarok wê bibin zanyarek û desthilatdarên vê sîstem a durû daxin erdê û bidin fêrkirin ku qirêjkirina namûsê ne tiştekî wisa ye... Bidin fêr kirin ku, şîdet a ku rayedarên Tirk dişopînin, ew şîdet berxwedaniya gelê Kurd bilind dike, bi hêz dike, hê xurtir dike, fer dide zar û zeycên Kurd, ruya sîstemê Tirk jî li her derê cîhanê reş dike, şermeke bê dawî dihêlê  newiyên Tirkan...
Di dema faşîzmê de Germenan ewqas milet kuştin, îşkence kirin, qetlîamên herî mezin li ser Cihûyan pêk anîn, sûcên herî mezin yên komkujiyê kirin, lê dirok nenivîsîye ku qasî rayedar, fermandar û rêveberên Tirk bêehlaqiya wekî naha kirin e. Ew rayedarên Tirk wisa difikirin ku ewê bi tecawîzê, xîret û rûmetê Kurdan bileyîzin. Lê nizanin, ne tenê Kurd, tew mirovahî her tişt wê bîr bike, lê vê buyerê bîr nake.
Ji ber ku kuştin, qetlîam, komkujî, bi her awayî şîdet, êş dixe dilê lêqewimiyan, yanî ketiyan. Lê listikên ku rayedarên Tirk niha li ser zarokên Kurd dileyîzin, ji komkujî jî zêdetir rûreşiyeke mirovahiyê ya herî mezin e. Ew jî zêdetir ji neslê Tirkan re şermezariyeke, heya dinye dizivire û heya jiyan didome...