Nan 14 hezar 400 salî ye
Heta niha wiha dihat bawerkirin ku piştî ku mirovan çandinî kiriye û li gund û waran bicihbûne, nan çêkirine. Derket holê ku ev xwarina “pîroz” ji ya ku dihat texmînkirin bi gelekî kevintir e. Beriya niha nanê ku dîroka wî weke 9 hezar sal dihat hizirîn, li gorî vedîtinên nû yên arkeolojîk herî kêm 14 û 400 salî ye.
Beriya niha ji bo nan, temenê 9 hezar salî dihat texmînkirin ji ber bermahiyên nên ê li Çatalhoyuk a serdema neolîtîkê hatî dîtin.
Lê belê niha arkeologan bermahiyên firdik û qetîtkên nên dîtin li Urdunê ku temenê wan 14 hezar û 400 sal in. Ev jî dike ku mirov texmîn bikin, gelekî beriya ku neolîtîk dest pê bike, şaristaniyên kevin ên mirovan dest bi pehtina nan kiriye. Çêkirina nan ji bo saxmayîna civakên berê heyatî bû ku destûr dida wan li gund û bajarên li dora zeviyan bi cih bibin.
Sîta bi navê Şûbayqa 1 ya li Çola Reş a li bakurrojhilatê Urdunê, nîşan dide ku herî kêm 4 hezar salan beriya çandiniyê jî mirovan nan pehtiye. Di nava vê firdik û qetîtkên nanî de genimê sor, ceh û baçîk hat tesbîtkirin.
Lêkolîner niha, bileksê beriya niha, bawer dikin ku nanê serdema epîpaleolîtîkê kiribe ku mirov dest bi çandiniyê bikin.
Em behsa serdemekê dikin ku komên nêçîrvan û berhevker her diçe bêhtir li cihekî diman û kêmtir koçer dibûn. Pê re jî xwarina wan diguherî. Jixwe, ji vê çanda ku jê re Natûfî tê gotin, mirov dibîne ku hîna ji mêj ve li Sûriye, Libnan û Mezopotamyaya jorîn, mirovan bi awayekî bi tesîr berên daran û giyayan çinîne. Lê nanê li Şûbayqa 1 hatî dîtin, delîla yekem a pehtina nan e.
Zanyaran li vir derxist holê ku du avahiyên baş parastî hene û di her yekî ji wan de kevirekî gilover weke cihê kuçikê heye ku di navê de firdika nanî hat dîtin.
Di nava vî nanî de wekî din hin kok û bindeq jî hatin dîtin. Bi her halî lêkolîner difikirin ku li vê devera ku muhtemelen cihekî rîtuelan e nan dihat xwarin, û vê yekê jî belkî kiribe ku biryara çandiniyê bê dayîn. AMMAN