Li gorî nûçeyê xelkê taxa Yenîşehîrê Ezîziyê xwarin çêkir, nan, zad û qût amade kir, lê dema xwestin alîkariya xwe bibin Sûrê polîsan destûr neda û ew asteng kirin. Ne li cihekî, li Deriyê Çiyê û li Yek Derî jî hewldanan welatiyan li hêzên çekdar ên dewleta Tirk dialiqe.

Maneya vê çi ye? Maneya vê, ev dijmin bi dijmintiyê jî nizane. Bi qanûn, qaîde, rêzik û adetên dijminatiyê jî nizane; nizane bibe nezar û nizane bibe dijmin. Îradeya siyasî ya li pişt vê helwêsta hêzên çekdar jî pirr jê ne cihê ye. Heman zêhniyet e ya ku herdu derxistine holê. Ev helwêst, wisa ye ku amade ye sivîlên li taxekê bi birçîbûnê ceza bike. Ha ev dewlet û hikûmetên wê ne ku aliyê Kurd, siyaseta Kurd gunehbar dikin, dibêjin, ew in yên şidetê bi kar tînin. 

Gelo mumkin e mirov wan kesên ku vê zêhniyeta nizane bibe dijmin jî diparêzin di nav xwe de bê nerazîbûn bihewîne? Bi ya min na. Mirov êdî divê rastiyê li rûyê wan eşkere û li her deverê bibêje. Bavê mirov jî be, diya mirov jî be, keç, kur, xwîşk û birayê mirov jî be, mirov jê re vê bibêje. Tu dikarî li dijî siyaseta hêza sereke ya siyasî ya Kurdistanê bî û wê rexne bikî, lê nabe ku tu vê bi gotin û parastina dewletekê, saziyên wê û hêzên wê yên çekdar bikî! Nabe û hew! Di vê du bendiyê de du alî hene, aliyê rewa yê Kurdistanî, tevî ciwanên xwe yên parastina rewa dikin û li aliyê din jî dewleta Tirk, hêzên wê yên siiyasî û eskerî hene. Kurd weke milet dizanene bibin xwedî helwêstên pirr di cih de. Heke hûn di parastina vî dijminî de ku nizane bibe dijmin, israr bikin, hûn di birçîhiştina Kurdan û Kurdistanê bi xwe de di her warî de bi israr in. 

Ji edîtoriya beşa Kurdî