Lê belê bersiv ewqasî hêsan nebû heke tiştek bi hewara wan ve nehata. Beriya bi qederê 2000 salan (sala 79´ê), nanpêjekî hevîrê xwe yê strayî xist firnê û ha ew nan/hevîr, piştî bi qederê 2000 salan di kolanên arkeolojîk de Herculaneumê hat dîtin. British Museumê jî ji aşpêjê navdar Giorgio Locatelli rica kir ku ha vî nanî ji nû ve bipêje, beriya wê jî ji hev derêxe ka çi dikeve nav û çawa tê pehtin.


Hûn jî dikarin biceribînin!

Heke bi dilê we be hûn jî dikarin biceribînin, di nava 400 gram hevîrê tirş de wê 12 gram havên, 18 gram gluten, 24 gram xwê, 532 gram av, 405 gram ardê genimê sor, 405 gram ardê tevî kelpika xwe.

Pêşî havên bixin nav avê û piştre wê tevlî hevîrê tirş bikin. Paşê ard û glutenê li safokê bixin, tevlî bikin. Hesabê du deqîqeyan tev bidin. Paşê xwê di nav bidin û sê deqîqeyên din jî tev bidin. Paşê ji wî hevîrî formekî gilover ê dewisandî çêkin û saetekê wisa bihêlin. Ji bo ku forma wê dema bipêje xera nebe têlekê yan jî benekî neşewite hûn dikarin li dora wî hevîrê deynin. Beriya ku hûn hevîr bixin firnê çend xetan li ser wê bixin û hesabê 40-45 deqîqeyan di 200 derece germiyê de bipêjin. 


 LONDON