Serokê NASAyê Jim Bridenstine bi daxuyaniyekê fikra xwe li ser “gêrstêrka cûce” Plûtoyê got. Li gorî wî Plûto divê dîsa weke gerstêrk bê qebûl kirin. Zanyarên astrolojiyê, Plûto beriya bi 13 salan ji statuya gersêrkan derxistibû û ew weke “gerstêrka cûce” ji nû ve sinifandibû. Beriya çend rojekî (23´yê Tebaxê) birêveberê NASA´yê Bridenstine, li pêşangeheke robotan peyivîû got, “Tenê ji bo ku hûn jî zanibim ez dibêjim, Plûto bi nezera min gerstêrkek e. Û heger bi dilê we ye, binivîsin, bibêjin, Rêveberê NASA´yê Plûto ji nû ve weke gerstêrk dagihand.”
WASHINGTON