Şaredariya Êlihê ku demekê dirêj e ji bo pêşketin, danasîn, ji nû ve afirandin, qeydkirin û arşîvkirina muzîka Kurdî amadekarî dikir, gavek girîng avêt. Ji bo danasîna Operaya Heskîfê li Salona Sînemaya Yilmaz Guney civîna çapemeniyê li dar xist.
Endamê PM’ê yê BDP’ê Osman Ergîn, Cîgira Hevserokên BDP’a Êlihê Ayşe Agilgat, Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, nûnerên rêxistinên civakê yên sivîl û gelek kes beşdarê civînê bûn. Di civînê de Hunermenda Navenda Çanda Biharê Nuroj Tezel, daxuyaniya bi Kurdî da. Tezel, diyar kir ku li ser van xakan xebatek nû dane destpêkirin.
Tezel, da zanîn ku piştî hemû amadekariyan wan Orkestraya Kurdî afirand. Tezel, destnîşan kir ku bi vê re jî xeyalek din a Kurdan pêk hat.

Orkestra bersive
Piştre Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, daxuyaniyek kurt da û bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî. Temel, derbirî ku pêşî gotin zimanê Kurdî tune, piştre gotin heye.
Temel, da zanîn ku lê bi vê yekê re jî ji bo di bin de vê zimanî tune bikin, hemû cure pişavtina giran li ser meşandin lê bi ser neketin. Temel, di axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç a ‘zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye’.
Serhat Temel ku di axaftina xwe de li ser girîngiya Kurdî rawestiya wiha axivî: “Ev ziman ligel hemû polîtîkayên tunehesibandin û asîmilasyonan zimanek dewlemend û kevnare ye. Heke ev zimanê ku ji hêla gelê Kurd ê herî dîrokî ve tê bikaranîn ku ne şaristanî be çi ye? Êdî em guh nadin gotinên wan û tiştê ji destê me bê em dê vê zimanî pêş bixin. Lewre ev orkestraya Kurdî li dijî hemû îdiayên dijaqilan e bibe bersiv.” Temel, diyar kir ku li ser vê yekê ew dê bi vê zimanî roman jî binivsînin helbest jî bixwînin, şano jî bikin û orkestra jî ava bikin. Temel, anî ziman ku dê gelek hunermendên heremê, welat û dervê welat beşdar bibin û hemû cihên ku gelê Kurd hene, vê orkestrayî jî bibin wir.

Hozan Serhat
Piştî daxuyaniyan, Hunermenda operaya Kurd Mizgîn Tahir, derket ser dikê. Tahir beriya konserê axaftinek kurt kir û diyarkir ku ev orkestra mizginî ye ji bo muzîsyenan, mizginî ye ji bo guhdervanan û her wiha mizginî ye ji bo Hozan Serhat. Tahir, piştî axaftinê bi stranên xwe yên zaravayên kurmancî zazakî, soranî guhdaran mest kir. Civîna danasîna orkestrayê piştî konsera Tahir, bi kokteylekê dawî bû.

ÊLIH