Çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Başûrê Kurdistanê didomin.Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku ev 60 roje di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye rewşa wî her ku diçe giran dibe.Yagiz, ji roja destpêkê heta niha 10 kîlo li xwe kêm kiriye. Lê bi biryare û dibêje, heta ku tecrîd neyê şikandin wê çalakiya xwe bidomîne.
HEWLÊR
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê jî di roja 60 an de ye. Doh bi daxuyaniyê koma 30’emîn çalakî dewr girt. Nûnera HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzzeyen Guneş diyar kir, divê tevilê tecrîd bê rakirin.
SILÊMANÎ
Çalakiya ku bi pêşengiya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê li Silêmaniyê dest pê kir jî, di roja 37’an de ye.
Endamên Ofîsa bereya Gelê Demokratîk a Kerkûkê çûn serdana çalakgeran û piştgirî da wan.
MEXMÛR
Li wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî (Mexmûrê) çalakiya 16’ê Kanûnê destpê kir, di roja xwe 35’an de dewam dike.Bi daxuyaniyeke çapemeniyê, doh koma 12’an çalakî dewr girt.Çalakgeran anîn ziman, ku heta tecrîdkirina reberê wan bi dawî bibe wê çalakiya xwe bidomînin.
ANF/HEWLÊR