Navena Çapemeniya YPG’ê der barê êrîşa komên çete ya li dijî benda kontrola ya YPG’ê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku komên çete derbeyên mezin ji şervanên YPG û YPJ’ê xwarine. YPG’ê aşkera kir ku ew dê destûr ênedin ku komên çete li ser herêmê terorê bidin meşandin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hin çeteyên li herêmê mane, êrîşî benda kontrola ya li çerxeriya gundê Cinêdiya Girkê Legê kirin û ev tişt hat gotin: “Hêzêm me bi berxwedanî bersiva êrîşan dan û êrîşkar neçarî revê kirin. Komên çete çek, bêtêlek û gelek çekên xwe yên giran li pey xwe hiştin û reviyan gundê Miçhim ya nêzî herêmê.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku şêniyên gund bang li şervanên YPG û YPJ’ê kirine ku gundê wan ji çeteyan paqij bikin û der barê operasyona gund de ev agahî dan: “Li ser banga gel hêzên me gund dorpêçkirin û opersyon dan destpêkirin. Di nava çend saetan de hêzên me çend çeteyên ku di malan de xwe veşartibûn dîl bigrin.”
YPG’ê herî dawî diyar kir ku ew soz didin şehîdê xwe ew dê li ser soza şehîdan bimînin û xwedî li destkeftiyên gelê herêmê derkevin. YPG’ê di dewiya daxuyaniya xwe de navê sê şervanên ku şehîd ketibûn jî aşkera kir. Şervanên ku şehîd ketine navên wan wiha ne:
- Mîvan Hesen Sêfo (Îsmaîl Koçer) ji gundê Til Xenzîr a Dêrikê ji dayik bûye.
- Roj Mihemed Xalid (Bêlan) ji gundê Til Xenzîr a Dêrikê ji dayik bûye.
- Kînas Xelîl Esmer (Sabir Cûdî) ji gundê Girê Reş a Dêrikê ji dayik bûye.

GIRKÊ LEGÊ




Şervanê YPG’ê Elî hat definkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Elî Reşo (Rênas) ku di 9’ê kanûna 2013’an de di pevçûnên li derdora gundê Dêwa ya navçeya Cindirêsa Efrînê de şehîd ketibû, ji aliyê sedan kesan ve bi merasîmekî hat oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Elî Reşo duh ji Navenda Saziya Malbetên Şehîdan a bajarê Efrînê ji aliyê sedan kesan ve hat wergirtin. Cenaze bi girseyî birin Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefrê yê girêdayî navçeya Cindirêsa Efrînê.
Piştî ku karwan gihîşt goristanê merasîma leşkerî hat lidarxistin. Di merasîma ku dirûşmên “Bijî berxwedana YPG’ê” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin de, wêneyên şervan Rênas hatin vekirin û axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan cenazeyê Elî Reşo di nava tîliliyên dayikan de spartin axê.
Elî Reşo (Rênas) di sala 1991’î de li gundê Remezana ya girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê ji dayik bibû.

EFRÎN