HPG-NÇR’ê di daxuyaniya xwe de weha got: “Ev çalakiya gerîlayan li hemberî artêşa dagirker a Tirk ku ji bo derbe li serkeftina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya sala 2013’yê bixe ye. Di mehên zivistanê de operasyonên xwe zêde kiriye, ji aliyê gerîlayên me ve 7’ê Çile çalakiyeke bi rihê fedayî hatiye lidarxistin û di vê çalakiyê de 8 hevalên me yên ku bi rihê fedayî li ber xwe dan tevlî karwanên şehîdên azadiyê bûne.”
Nasnameya 8 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:
- Keywan Xalandî ê bi nasnavê Êrîş Mehabad, li Mehabadê ji dayik bûye
- Faruk Barut ê bi nasnavê Firat Dîcle, li Amedê ji dayik bûye.
- Bêrîvan Aykaç a bi nasnavê Sorxwîn Koçer, li Colemêrgê ji dayik bûye
- Semar Tunç a bi nasnavê Jiyan Amara, li Êlihê ji dayik bûye
- Metîn Baran ê bi nasnavê Harûn Agir, li Mêrsînê ji dayik bûye
- Emrah Kaya ê bi nasnavê Kûrtay Leşker, li Colemêrgê ji dayi bûye
- Hozan Elî ê bi nasnavê Sîdar Rêbaz, li Dirbesiyê ji dayik bûye
- Ezîz Xadengî ê bi nasnavê Lezgîn Brusk, li Makoyê ji dayik bûye.
ANF/BEHDÎNAN