Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de ev gotin; “Me bi qismî dabû xuyakirin ku artêşa Tirk, 7’ê Mijdarê li qada Avgasor a Dersîmê bi 30  hezar leşkerî operasyon dabû destpêkirin. Li qadên Tuluk, Şakir, Rengul, Kinzir, Ortadag, Ballimezra, Anabar, dora girên Kelha Seyîd Riza û Guvenlîk leşker hatin danîn, bi helîkopterên Kobra û balafirên şer bomberdûmanên giran hatin kirin. Di operasyonê de ku cih bi cih şer rû dan, gelek leşkerên hêza dagirker jî mirine, di encama şer û êrîşan de 14 gerîlayên me şehîd bûne.

 Hevalên Agît (Ûmût Hocaoglû), Amed (Ferhat Çagirci), Bêjan (Zever Karabag), Ceylan (Gamze Erol), Çavreş (Emrûllah Gunduz), Firat (Cemal), Havîn (Sevgî Guçtekîn), Mazlûm (Ferhat Sidigî), Omedya (Revan Zana Bariştiştiran), Roj (Recep Karataş), Ronî (Bîlgîn Gurdemîr), Serxwebûn (Diyar Onar), Şervan (Alî Serîn) û Tûfan (Sîdar Kanaman) ên ji Amed, Çewlik, Dersîm, Bedlîs, Erzirom, Konya û Êlihê tevlî refên şoreşê bûne, ji roja tevlîbûnê ve bêyî dudilî bûne xwedî meşek mîlîtanên bi azm û biryar.

Çardeh hevalên me di vê oxirê de di şerê berxwedanê de tevlî karvanên şehîdan bûne. Em diyar dikin ku em ê li dijî plan û stratejiya dijmin a ku tinebûyinê li ser gel û têkoşîna me ya azadiyê ferz dike em ê bi têkoşîna gerîla ya hostetîk, pispor û çalak bibin layiqî şehîdên xwe, em hevalên xwe yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin.”